Polîtîk

Wezareta Navxwe lêpirsîn vekir

Piştî Komeleya  Tevgera Ciwanên Kurdistanê li Diyarbekirê vebû, rojeva Tirkiye tevlîhev kir. 11ê meha tebaxê heta îro medya Tirkî li ser vê komeleyê dinivîse û navê Kurdistanê bi tu awayî hazim nakin. Wezareta Nvxwe dixwaze navê Kurdistanê ji tabeleya komeleyê bête rakirin. Lê berpirsên Komeleyê dibêjin, me tiştek ne yasayî nekiriye emê heta dawiyê mafê xwe yên yasayî biparêzin.

Li ser daxwaza wezareta navxwe û bi fermana waliyê Diyarbekirê, polisan biryara wezaretê gihandin berpirsên Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê. Di vê derbarê de cîgirê serokê Komeleyê Roger Çaxer daxuyaniyek ji bo raya giştî ragihand.

Daxuyani:

Ji Raya Giştî ya Kurdistanê re

Bûyerên ku ji serîlêdana me yê komelê de û heta îro em dixwazin bi raya giştî ya Kurdistanê re parvebikin.
Me ji bo agahdarîya vekirina komeleyê di 25.07.2013 de serî li walîlixa Dîyarbekirê da. Li gor yasayan, hewcebû ku em tabelaya xwe daliqînin. Me jî piştî serîlêdanê tabelaya xwe daliqand.

Piştî ku me amadekarîyên xwe qedand, di 11.08.2013 de me bi civîneke çapemenîyê vebûna komeleya xwe ji raya giştî ya Kurdistanê re dîyar kir. Nûçeyên vebûna komeleya me, ji ber ku cara yekem di navê sazîyek fermî de “KURDISTAN” derbas dibe, di çapemenîye de dengek zêde veda. Ji çapemenîya Tirkan heta malperên Îngîlizî û Erebî, nûçeya vekirina komeleya me çêkirin.

Piştî vê daxuyanîya me û nûçeyan, di serî de faşîstên Tirka gelek kes eciz bûn. Li ser vê yeke di 13.08.2013 de polis hatin komeleya me û ji me gotin ku ew li ser navê walîyê Dîyarbekirê hatine û divê em tabelayê daxin an na ewê di derbarê me de dozê vekin. Me ji wan got: “Li gor zagonan hewceye ku em tabelayê daliqînin.

Hûn ji me dibêjin daxin. Ew tiştek yasayî ye an îstîsna ye”. Wan jî bersîva me da: “Daxwaza me daxwazek îstîsnayî ye. Gelek kes eciz bûne ji tabelaya we. Ji bo pêvajoya aşitîyê têk neçe em dixwazin ku hûn tabelayê daxin. An emê di derbarê we de dozê vekin.” Polîsên ku hatin di heman deme de ji me re gotin: “Roja ku logaya we ye bi 21 tîrêj e. Bi wî awayî dişibe roja ku di Ala Kurdistanê de ye. Hewceye ku hûn logoya xwe jî biguherin. Loma divê hûn tabelayê daxin.” Bi kurtasî polîsên dewletê hatin û ji me xwestin ku em tiştên ne li gor yasayan bikin. Ji bo ku em bi ya wan bikin jî, weke ku tiştên dixwazin qanûnî ne, derewan dikirin. Me jî got ku emê tabelayê danexin û çûn.

Îro hevalek me ji bo ku bersîva walîlixê bigire çû wê dere. Dema hevalê me digihîje wê dere, Serokê Şûbeya Komeleyan û çend xebatkar li wê dere ne. Hevalê me dixwaze belgeye bistîne lê nadin û heta polis tê, wî disekinînin. Ji bo ku belge bidin hewce nake polîs li wê dere be lê dibêjin ku bi daxwaza walî, ewê li benda polis bisekinin û piştî ku ew hat ewê di bin çavdêrîya wî belgeye bidin. Piştî ku polis tê belgeyê didin û dibêjin ji ber ku da navê komeleyê de “KURDISTAN” derbas dibe, nehatîye qebûl kirin. Li ser pirsa hevalê me dibêjin ku ji xeynî navê “KURDISTAN” tu pirsgirêk tuneye.

Me di vê pêvajoyê careke din dirûtîya dagirkeran dît. Ji alîkî dibêjin ku em Kurda nasdikin û bi Kurda re têkilîyên aborî pêşdedibin, lê ji alî din tehamûlî navê “KURDISTAN” nakin. Lê ev rastî naye guhertin ku “KURD” û “KURDISTAN” yek perçene, ne du tiştên ji hev cûda ne. Ên ku Kurda nas dikin hewceye ku welatê wan Kurdistanê jî nas bike.

Dema me daxuyanîya çapemenî da, me dîyarkir ku emê di têkoşîna xwe de li gor şert û mercên îro rêyên legal û demokratik bi kar bînin.
Polîsê dewletê, ji me re dibêje hewceye ku hûn tabelayê daxin, logoya xwe biguherin. Lê di heman deme de Serokê Şûbeya Komeleyan ku ev şûbe girêdayî walîlixê ye dibêje hûn mecbûrin ku tabelayê daliqînin û ji xeynî nav tu asteng tune ye. Wê çaxê polîs çawa tê ji me re dibêje ez li ser navê walî hatime û derewa li me dike? Kî wan polîsan şand?

Dema hevalê me ji bo ku belgeyan bistîne çû walîlixê çima wî li benda polîs sekinandin ku ji bo wî jî digotin bi fermana walî vê tiştê dikin? Heta niha tu carî tiştek bi vî rengî çênebûye. Serokê Şûbeya Komeleyan ji hevalê me re gotîye “Em cara yakem e tiştek wanê dibinin.”

Pirsa dawî, ji bo lêkolînê rêznameya me şandine Enqere û bersîv ji Wezareta Karên Navxweyî hatîye. Çima pêdivî pê dîtine û rêznameya me şandine wê dere?

Me got ku em dixwazin rêyên legal û demokratik bi kar bînin. Lê bi wan kiryarên xwe me teşvîqê rêyên cûda dikin.

Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

Belgeyên Red kirina navê Komeleya Tevgera Ciwanên Kurdistanê

 

Belge: 1

Belge: 2

Belge:3

Belge: 4

Back to top button