
Peyvika ”xêr”ê ji erebî hatiye. Diyar e ku ew peyv di gelek Ayetên Qurana pîroz de jî hatiye bikaranîn

Zeynelabidin Zinar
Îro zimanzan û dîroknasê zanistiyê rêzdar Mamed Cimo bernameyek bi navê XÊR û GUNEKê weşandiye. Dema min lê temaşe kir, min tê de gelek motîfên tore û yên dîn jî dîtin.
Ez ê hem ji aliyê Çanda Kurdî ve, hem jî ji aliyê baweriya olî ve, werbêja wan du peyvan bikim:
Ew bername çendî ku hem wek ”Felsefî û Siyasî” hatiye binavkirin jî, lê belê tiştên ku min di civata Kurd de dîtine, herweha ev e 45 sal in jî ku bêrawestin di nava lêkolînan de me, ez ê werbêja wan herdu peyvan li gor çanda Kurdî binirxînim:
Li gor zanistê rast e ku peyva FELSEFE û SIYASETê berevajiyên hevûdu ne. Herweha rast e ku peyva XÊR û GUNEKê jî dijberên hevûdu ne. Lewra siyaset maderî ye û Felsefe jî napenî ye.
Naveroka Felsefeyê ne diyar e û zêde kes pê nizane, lê ya siyasetê diyar e û her kes naveroka wê dizane.
Zayenda peyvika XÊRê mê ye, lê ya GUNEKê nêr e.
Di Çanda Kurdî de zayenda NÊR êrîşkar e û hertim diberize her tiştî, bi piranî jî diberize zayenda mê.
Lê belê zayenda mê, çu car xirabî nake û naberize tiştekî.
Diyar e ku zayenda mirovê nêr û zordestî li zayenda mê dike. Wek mînak: Ga zaltî li çêlekê dike. Beran li mihê dike. Nêrî li bizinê dike. Dîk li mirîşkê dike…
Lê ev tewr bala meriv dikişîne ku di Toreya Kurdan de çu car lêdan li keçan çênabe. Heke keç kiryareke xirab jî bike, baw û bira lê naxin. Dema ku keç zewicî, hingê mêr lê dixe… Heta kultureke weha jî heye, jineke ku mêrê wê lê nexe, ew jin bawer dike ku mêr jê hesnake.
Em Kurdên bisilman dizanin ku peyvika ”xêr”ê ji erebî hatiye. Diyar e ku ew peyv di gelek Ayetên Qurana pîroz de jî hatiye bikaranîn. Lê belê peyva ”xêr”ê, ji XOR/XÛRa kurdî hatiye wergirtin ku niha Kurd jê re dibêjin Roj û di berhemên klasîk de jî wek ”şem” herweha di nava navên rojan de jî hatiye bikaranîn.
Xweşî û sûda rojê, ji kaînatê re pir zêde heye. Eger roj nebe, jiyan bi derbekê dibe tune. Ji ber vê hindê ye ku Çanda Kurdî ji asîman û rojê afiriye.
Di destpêka jiyanê de birrek Kurd bawerî anîne ku xwedanê heyînê XOR/roj e. Piştre di nava demê de ew bawerî berteref bûye û bawer kirine ku hêzeke nediyar di heyînê de hene û jê re gotine EZDA.
Her ku çûye îcar EZDA bûye wek olekê û di nava Kurdan de bi cih bûye.
Niha jî tê zanîn ku pêşiyên piraniya remên (eşîr) Kurdan, EZDAyî bûne. Piştre hine bawerî bi Mûsa Pêxemberî anîne. Hinekan bawerî bi ola Behdînî anîne û Zerdeşt Pêxemberî anîne. Hinek piştre bawerî bi Îsa Pêxemberî anîne. Di Sedsala 6 û 7an de jî bi piranî bawerî bi Mihemed Pêxemberî (xxl) anîne. Lê ew Kurdên ku berê bawerî bi xwedayekî nihênî û bi tenê ku jê re EZDA digotin, hêjî hene û pirtûka wan a pîroz digel gotinên olî tev bi kurdiya kurmancî têne gotin.
Me got ku XÊR, XOR an jî XÛR, xweşî û şadî ye. Lê GUNEK an jî GUNeh xirabî, cewrkarî, nexweşî û tevlîhevî ye.
Di Çanda Kurdî de wateyeke din jî ji bo GUNEKê heye ku jê re dibêjin GUN.
Nemir Ehmedê Xanî jî peyvika GUNê di Nûbihara Piçûkan de bi kar aniye. Lê ev peyv argo ye û di civatan de nayê gotin. Navekî din jî yê ne argo jê re heye, dibêjin HÊLIK. Ev peyv bi hêsanî di civatan de jî tê gotin. Wateya HÊLIK jî, ji çûnehatê hatiye wergirtin.
Di çîroka ”Çêleka Zer” de dema dîk bang dide, weha dibêje: ”Hîv û roj li tendûrê, hêlik û pilik li mehfûrê.”
Di Çanda Kurdî de wateya peyvika GUNê:
Peyvika GUNê, nîşana xirabiyê ye. Herweha Peyvika GUNê, nîşana lehengtî û serkeftinê ye jî:
. Ji bo kesên şerûd û leheng, GUNREŞ/gunikreş tê gotin.
. Ji bo kesên wisa GUNIKRITIL jî tê gotin (ritilek 8 kêlû ye).
. Dema kesen karekî baş, xasma lehengtiyekê kiribe, yekî nêzê wî dibêje: ”Heeey, min gunê te xwaro…”
. Dema bavek zêde ji kurekî xwe yê piçûk hes bike, dibêje: Min gunê te xwaro. Lê dê dibêje: Min bilokê te xwaro.
. Dema zilamek çavsorî bike, dibêjin GUNÊ WÊ DIXURÊ.
. Kesê ku li belayekê bigere û hêza wî jî zêde nebe, tê gotin LAŞÊ WÎ DIXURÊ.
. Dema GUNREŞek têkelî bi mêyekê re datîne û zarûka pêşî ji wêya mê re çêdibe, ji wê zarûkê re NIXURÎ tê gotin. Ji ber ku ew zarûk ji xurandina gunê nêr derketiye.
. Çewa ku nemir Ehmedê Xanî jî gotiye: Ji bo têkiliya nêr û mê, peyvika GANê bi kar aniye. Gotina ”sex”ê ne kurdî ye û gotina wê pir jî sik e.
Hêvîdar im ku zimanzanên me li ser peyvên wisa rawestin û rastiya wan derxînin holê.
Her şad û bextewer bin…
04/ 07/ 2025