Weneyê siyaseta PKKê û nijadperestiya dewletê
Piştî li Şirnex û Misirbînê dewletê sekinandina operasyona ragihand, roj bi roj malwêraniya mezin derdikeve hole.Li gora dezgehên dewletê radigihînin di vî şerî de li Şirnex û Misêrbîne zêdeyî 1000 çekdarên PKKê hatine kuştin.Yanî hezar ciwanên kurd jiyana xwe ji dest dane. Ji bo çi ? kesek vê bersivê nade.Li Şirnex jî wek Cizîrê bi dehan laşê kuştiya di bin xaniyên ruxandi de derdikeve holê.Dewletê bi destê PKKê ji bo xwe zeminek amade kir û êrîşê deverên hesas yê Kurdistanê kir.Dema hêzên ewlehiya dewleta Tirk dikeve cihekî û di operasyona de serdikeve, hemû deverî bi alên Tirkî dixemilîne.Suridên nijadperestî dibêjin. Weneyê serkeftina xwe belav dikin.Nijadperestîya dewletê siyasetek gelek xeter rêve dibe. Lê dide , rudixîne, dike kavil, dikuje û miletê herêmê mecbûrê xwe dike.Di vî şerî de du alî hene. Ev ne şerê kurda û Tirka ye. Şerê dewletê û PKKê ye. Di vî şerî de kurd dibin qurbanî û Kurdistan wêran dibe.