Polîtîk

Welatê Swêd spasiya Kurd û Kurdistanê kir

 

Îro pênçşem 07.03.2013 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Bîon Lîrfal Birêveberê Karubarê Siyasî li Wezareta Derveyê Swêd û Îorgin Lîndistirom Balyozê wî welatî li Iraq û şanda li gel kir.

Birêz Bîon Lîrfal ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya ji bo vê pêşwaziya ji aliyê Serok Barzanî ve lê hatiye kirin û serdankirina Herêma Kurdistanê, balkişand li ser asta berev pêşveçûna pêwendiyên di navbera Swêd û Herêma Kurdistanê kir û tekez li wê yekê kir, pêwendiyeke baş di navbera her du aliyan heye û gelek girînge. Li heman demî de spasiya welatê xwe gihand Serok Barzanî ya di derbarê rola bi bandora revenda Kurdî li nav civaka Swêd de.

Birêveberê Karubarê Siyasî li Wezareta Derveya Swêd di derbarê pêşketina pêwendiyên di navbera Hewlêr û Stockholm tekez kir, niha hatin û çûn û pêwendiyê aboriyên di navbera her du aliyan bi awayekî rêk û dirûst birêvediçê û hêvî jî xwest pêwendiyên Herêm û Swêdê berev bilindtirîn astê ve biçê.

Serok Barzanî ji bilî xweşhalî derbirîna xwe ya ji bo vê serdana wan, spasiya Hikûmet û gelê Swêdê kir li dema nexweşiyê de gelê Kurd himbêz kirine û di derbarê pêwendiyên di navbera her du aliyan de Serok Barzanî bi girîngiyê ve behsa pêşxistina pêwendiyên siyasî û aboriyan kir.

Li dawiya hevdîtinê de, şanda mîhvan balkişand li ser wê yekê ku welatê Swêd û Yekîtiya Ewrûpa piştevaniyê her hewlek dikin ji bo çareserkirina qeyranên Iraqê. Her wiha tekez li ser ewe jî kir, Swêd û Yekîtiya Ewrûpa dixwazin muamele li gel Iraqek da bikin ku rêz li desturê bigrê û bingehên demokrasiyê biçespênê û mafê mirov têda neyê binpêkirin.

 

Back to top button