CîhanPolîtîk

Wê hemû cîhan bizanê ku gelê Kurdistanê çawa biryarê li çarenûsa xwe dide

Li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê wekî nerîtekî salane bi mebesta gihandina dîtin û nêrîn û siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê bi Nûnerê welatan li ser pirsên navxweyî û herêmî û navdewletiyan, li gel hemû Konsol û Serokê Nûnerayetiya welatan li Hewlêrê civiya.Li vê kombûnê da Serok Barzanî gotarekî ji bo amadebûyan pêşkêş kir û têda ji bilî bixêrhatina wan pîrozbahiya sala nû ya zayînî li nûnerê welatan kir û hêviya serkeftinê ji bo wan xwest. Serok Barzanî li gotarek da bi têrûtije behsa sedemên serhildana Da’îş li Iraqê kir û metirsiyên wê rêxistina terorîstiya ser asayîşa cîhanî û hemû mirovayetiyê ji bo amadebûyan şîrove kir û behsa qonaxên şerê Pêşmerge û Da’îşê kir ku têda Pêşmerge bi qurbanîdanekî mezin destpêkê de hewl da xelk û pêkhatan rizgar bike û wan biparêze û paşê rê li pêşrewiya terorîstan bigre û cara dawî jî bikevê qonaxa êrîşbirin û şikestdana terorîstan.130965548973012447Li dirêjahiya axaftina xwe de Serok Barzanî pêzanînên xwe hebû ji bo qurbanîdan û cangoriya Pêşmerge û xweragiriya gelê Kurdistanê û spasî hevkarî û piştevaniya welatên dost û hevpeyman jî kir ku bûne sedema wê yekê serkeftinên Pêşmerge bi leztir bibin û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan bi gelek serkeftî wesif kir. Di derbarê qonaxa piştî Da’îş û azadkirina Musil balkişand li ser wê yekê ku gelek girînge bikarê li qonaxa piştî Da’îş rewş û kirdarekî wiha li ber bigrin ku karesat dûbare nebin û xelkê navçeyê li paşaroja xwe piştrast bin. Di derbarê paşaroja navçeyên azadkiriyan jî Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku em hîç sîxeyek nasepênîn û em bawerin ku divê rê bi xelkê navçeyê bê dayîn li rêya rapirsiyê biryar li ser paşaroja xwe bidin û rêz li vê biryarê bê girtin. Di derbarê rûbirûbûna Da’îş jî Serok Barzanî wê yekê dûpatkir ku Da’îş hereşeyeke ji bo hemû cîhan û pêwîste hemû welat nakokiyên xwe têkilî şerê terorê nekin û tenê terkîz li ser li navbirina Da’îşê bikin.Behskirina peywendiya di navbera Herêma Kurdistan û Bexda mijareke dinê axaftina Serok Barzanî bû û têda wê yekê xisterû ku Herêma Kurdistanê yarmetiya Hikûmeta nû ya Iraqê daye û li diyalog û guftûgo da berdewam dibe. Bi pêwîstî jî zanî ku şeraketekî rasteqîne pêkbê yan rêkkeftin li ser sîxeyekî nû bê kirin bi awayeke aştiyane û bi diyalog bo ku bikarin bi aştiyane û birayane li gel hevdû da bijîn û êdî karesat û êş dûbare nebin.130965548878319840Li beşekî dinê axaftina xwe de Serok Barzanî pêdagîriyê li ser rapirsiyê kir bo ku hemû cîhan bizanê ku gelê Kurdistanê çi dixwaze û çawa biryar li çarenûsa xwe dide û cîh bi cîhkirina îradeya xelkê Kurdistanê jî di demeke guncaw û bi awayeke aştiyane û dûrî li tundutîjiyê dibê. Serok Barzanî behsa rewşa aboriya Herêmê jî kir û balkişand li ser wê yekê ku birînî budçe û dabezîna nirxa neft û şerê Da’îş û mîhvandariya 1 milyon 800 hezar koçberan sedema dirustbûna qeyrana aborîne û daxwaz jî li welatan kir ku zêdetir hevkariya Pêşmerge bikin û li yarmetîdana koçberan da hevkarî Herêma Kurdistanê bikin ji ber ku barekî gelek girane û li asta şiyanên Hikûmeta Herêmê derketiye.Di derbarê rewşa navxweya Herêma Kurdistanê jî Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku bi navê yekrêzî û derbasbûna tehdidan Hikûmet û Parlemen li ser bingeha tewafuqê pêkhat, lê belê piştî binpêkirina tewafuq ewe pêwîst dike Hikûmet û Parlemen li ser bingeheke nû li ser karên xwe berdewam bibin. Serok Barzanî behsa ewe jî kir ku nakokiyên navxweyî ne nakokiyên metirsîdar û kûr û tayîfî ne belku nakokiyên siyasîne û qabîlî çareseriyêne, li gel partiyan da hewl didin li ser hemû giriftan bigihin encamek.Serok Barzanî li beşekî dinê axaftina xwe de behsa siyaseta giştî ya Herêma Kurdistanê kir beranber milmilanêya navçeyî û tayîfî û ragihand ku milmilanêya tayîfî babetekî metirsîdare û gelê Kurdistanê jî ne kêşeya tayîfî heye û tu demekî jî nabê beşek ji milmilanêya tayîfî ya li navçeyê da. Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku bi navê serketina aştiyê da pêwîste dawî bi tolhildan û milmilaneya tayîfî bê anîn. Eger welatan berdewam bin li vê milmilaneyan Da’îş jî temam bibê wê demê diyardeyên metirsîdartir ji Da’îş serî hildidin.Her li vê kombûnê da Nûner û Konsolê welatan li Hewlêr ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasiya Serok Barzanî kirin û hêviya serkeftinê ji bo gelê Kurdistanê xwestin û pesnê rola Pêşmerge û serkirdayetiya hêzên Pêşmerge ya li rûbirûbûna Da’îş kirin û her wiha pêzanînên xwe ji bo xweragiriya gelê Kurdistanê û çanda pêkvejiyan û lêborîna gelê Kurdistanê hebû. Her wiha di derbarê şerê teror û rewşa aboriya Herêma Kurdistanê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda komek pirsiyar pêşkêşî Serok Barzanî kirin û Serok Barzanî jî bersîva têbînî û pirsiyarên amadebûyên kombûnê da.

Back to top button