CivakRojev

Wê endamên DAIŞê li dadgehên xwe darizînin

 

Rêveberîya Kurd a Rojava ragihand ku ewê dest bi darizandina nêzîkî 10,000 bergumanên DAIŞê yên ku bi salan e di zindanê de ne, bikin.  

Rêveberîya ku Amerîka piştgirîya wê dike, nêzîkî 10 hezar çekdarên Dewleta Îslamî ya Iraq û Sûrîyê (DAIŞ) di girtîgehên xwe de digire. Rêveberîya Kurd a Rojava daxwaz dike ku endamên DAIŞê ji alîyê dadgehên navdewletî ve bên darizandin.

Rêveberîya ku bi salan e daxwaza darizandina endamên DAIŞê ji alîyê dadgehên navnetewî ve dike, li ser înternetê ragihand ku wan biryar daye girtiyan di “dadgehek vekirî, azad û şefaf” de darizînin.  

Karbidest Badran Jia Kurd ji Reutersê re got ku yasaya herêmî ya dijî terorê, ku sala borî hat berfirehkirin, wê ji bo dadgehkirina şervanan bê bi kar anîn. Wî her wiha got ku tawanbar dikarin parêzeran destnîşan bikin. Rêveberîyê herweha ji bo vegerandina bi hezaran jin û zarokên biyanî yên ku ji rêxistinê reviyane, û herwiha çekdarên ji welatên biyanî yên wek Kanada, Fransa û Brîtanya, daxwaza xwe dubare kir.

Mijara çekdarên biyanî yên DAIŞê di şerê 12 salî yê Sûriyê de.yek ji aloztirîn mijarên ewlehîyê ye. Gelek welatan ji tirsa ku qanûnên têkoşîna li dijî terorê wê ji bo van kesan cezayên girtîgehê yên dirêj garantî nekin, welatîyên xwe yên ku tev li rêxistina terorê bûbûn venegerandin. 

 

Back to top button