Washington neraziye nefta Kurdistanê biçe Îranê
Piştî belavbûna nûçeya şandina nefta Herêma Kurdistanê bo Îranê, berpirsekî Konsolxaneya Amerîka li Hewlêr ragihand: “Amerîka bi bêyî rizamendiya Hikûmeta navendî piştgîriyê li şandina nefta Herêma Kurdistanê nake”.
Li gor nûçeya Iraqi Business News, eve zêdetirê dû heyve rêyekî nû ya bazirganiyê li navbera Herêma Kurdistan û Îranê de çalak bûye û nefta xav li rêya tankeran ve ji kêlgehên neftiyên Herêma Kurdistanê ve vediguhezin bendera Xumeynî ya li Îranê.
Berpirseke ji Konsolxaneya Amrîka, ku nexwestiye navê wî bê eşkere kirin, got: “Helwesta Amerîka neguheriye û hê jî Washington di derbarê bi serbixweyiyane firoştina neft ji aliyê Hewlêrê ve û vekirina wê derbasgeha bazirganiyê neraziye”.
Her çende rêjeya şandina nefta xav ya li rêya tankeran ve diçe Îranê bi tevahî nayê zanîn, lê belê li gor hinek raporan “Rojane 30 hezar bermîl nefta xav ji Herêma Kurdistanê dişînin Îranê”.