Civak

Wankê rizgar bû

Hêzên Pêşmerge li nahyeya Wankê derbeyên mezin li terorîstên DAIŞê dan û karîn wê nahyeyê bi temamî rizgar bikin û 150 terorîstên DAIŞê jî bikujin.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Wankê Muqedem Selman Cemal ji malpera KDP.info re ragihand: “Hêzên Pêşmerge îro li Wankê destaneke din tomar kiri, piştî ku karîn wê nahyeyê û hersê gundên Muşeref, Dewasa û Dêr bi temamî ji terorîstên DAIŞê rizgar bikin.”

Selman Cemal wiha got: “Îro Hêzên Pêşmerge li nahyeya Wankê derbeyên mezin li terorîstên DAIŞê dan û karîn wê nahyeyê bi temamî rizgar bikin û 150 terorîstên DAIŞê jî bikujin û niha termê 115 kuştiyên wan li cihê şer mane. Herwiha gellek çekên wan ketiner destê Hêzên Pêşmerge de.”

167

Back to top button