Cîhan

Wall Street Journal rapora xwe ya li ser tenduristiya derûnî ya Biden ragihand…

Wall Street Journal (WSJ) ku yek ji rojnameyên sereke yên Dewletên Yekbûyî ye, îro nûçeyek berfireh li ser kêmbûna hişmendiya Serok Joe Biden weşand.

Digel ku tenduristiya derûnî û temenê Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Biden 81-salî, ku xwe amade dike ku ji bo hilbijartinên meha Mijdarê ji nû ve bibe namzed.

Wall Street Journal (WSJ) bi mehan lûkolin kir ji bo raporekî di derbarê tenduristiya Biden de amade bike.

Bi zêdetirî 45 kesan re, ku di nav wan de endamên Partiyên Komarî û Demokrat jî hebûn, hevdîtin hatin kirin. Derdorên Biden gotin ku Serokê DYA’yê di van mehên dawî de pir bêdeng diaxive û tiştên ku dibêje zehmet e ku were famkirin.

Temen û tenduristiya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Biden-ê 81-salî pir caran tê vegotin, ji ber vê yekê nûçeyên WSJ girîng têne hesibandin. Rapirsînên ku li welêt hatine kirin nîşan didin ku temenê Biden, dema ku ew xwe ji bo ji nû ve bijartinê amade dike, di nav dengdêran de cihê fikaran e.

Di dema danûstandinên bi serokên Kongreyê re di meha Çile de li ser fînansekirina ji bo Ukrayna, Biden pir bêdeng peyivî, çend caran li notên xwe nihêrî û “carinan çavên xwe ewqas dirêj digirt ku hinan di odeyê de meraq dikirin gelo ew di xew de ye,”

Li gorî nûçeyê, Serokê Meclisa Nûneran Mike Johnson di meha sibatê de dema bi Biden re hevdîtin kirîbû , anîbû ziman ku polîtîkaya gaza siruştî ya rêveberiyê bi kêrî Rûsyayê tê. Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) got, “Ew tenê lêkolînek bû”, mîna ku haya wî jê tunebe ku ev siyaset di meriyetê de ye. Kesên ku şahidê hevdîtinê bûne jî dibêjin ku siyasetmedarê Komarî bêhêvî bûye.

Serokê berê yê Meclisa Nûneran Kevin McCarthy, ku di Gulana 2023-an de di dema nîqaşên sînorê deynê de bi Biden re mijûl bû, dibêje:

Her tim kartên wî hebûn. Wî nikarîbû wekî din danûstandinan bike. Dema ku cîgirê serok bûm min pê re hevdîtin dikir û diçûm mala wî. Ew êdî ne heman kes e.

Ew vedigeriya ser tiştên kevin ên ku beriya niha bi dawî bibûn. ‘Na birêz Serok. Dema min got ‘Ev demek dirêje ku em li ser vê meselî axivîne û ev mijar derbas bûye. Ev şaş dima.

Piştî rapora WSJ, Mike Pompeo, ku di serdema Donald Trump de Wezîrê Karên Derve bû, li ser tenduristiya derûnî û temenê Biden jî nirxandinek kir. Pompeo diyar kir ku kêfa wî ji vê gotinê nayê û got ku Biden ne xwediyê şiyana bazirganiyê ya bi bandor e.

Pompeo diyar kir ku ev yek di civînên gel de bêyî ku hewcedariya hevdîtinên taybet hebe diyar dibe û wiha got, “Ew şarezayiyên bingehîn ên ku divê her serok jê hebin nîne. “Em dikarin vê yekê bibînin ka ew çawa bi mirovan re danûstendinê dike, van kêliyan destnîşan dikin ku ew tenê pîr dibe û ne hemî şiyanên wî li wir in.”

Joe Biden di sala 1942 de ji dayik bûye, di dîroka Dewletên Yekbûyî de serokê herî kevn e. Ger careke din were hilbijartin û sax bimîne, di dawiya dewreya xwe ya duyemîn de dê bibe 86 salî.

Ji aliyê din ve hevrikê wî yê hilbijartinên serokatiya meha Mijdarê Donald Trump 77 salî ye. WSJ di nûçeya xwe de tekez dike ku Trump jî dem bi dem agahiyên ku ji rastiyê dûr in dide.

Di rapirsîna rojnameyê de ku di meha Adarê de li 7 eyaletên pêkhatîbû,kî dikare serbike hatiye pirsîn. Bersiv: ji sedî 28 gotin Biden ji hêla fîzîkî û derûnî ve ji bo serokatiyê guncav e, ji sedî 48 jî Trump di vî warî de li pêş dibîne.

Back to top button