Vatîkan:Peşmerge parastina mirovatî û jiyana xelkê dike
Mesûd Barzanî Herêma Kurdistanê pêşwaziya Kardînal Fernando Fîlonî Nûnerê Taybetî yê Papayê Pîrozê Vatîkan û şandekî li gel kir ku ji Balyoz Corc Lînkwa, Patriyak Luîs Sako, Metran Beşar Metî Werde, Metran Nîqadîmos Metî Şeref, Xalid Cemal Elbêr û Qeşe Behnam Bînoka pêkhatibûn.
Di destpêka hevdîtinê de Nûnerê Papayê Pîrozê Vatîkan ji bo rexsandina vê hevdîtinê spasî Serok Barzanî kir û rêz û silavên taybetî yê Papayê Pîrozê Vatîkan pêşkêşî Serok Barzanî kir. Nûnerê Papayê Pîrozê Vatîkan spasî Serok Barzanî û Hikumet û gelê Kurdistanê kir ku wê hejmara zêdeya koçber û lêqewimiyan himbêz kirine û bi bêyî berçavkirina cûdahiya olî û neteweyî hemûyan diparêzin û xizmetguzariyê pêşkêş wan kirine û eve jî nîşana dilfirehî û bawerbûna Kurdistanê bi bihayên bilindên pêkvejiyan û hevkariyê ye û ragihand ku li serdana xwe ya li cem koçberên Krîstiyanan de wê yekê dîtiye ku hemû gelek spasguzarin ji bo wê bi deng ve hatin û hevkariyên we û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêxistinên miroviyan.
Nûnerê Papayê Pîrozê Vatîkan li dirêjahiya axaftina xwe de spasiya rola Pêşmerge kir û ragihand: Daxwaz ji we yên rêzdar dikim spas û silavên me û Papayê Pîroz bigihînin Pêşmergeyan ku canê xwe ji bo parastina jiyana kesên din gorî dikin û pêzanînên me ji bo wê rola azayaneya Pêşmerge li parastina koçber û lêqewimiyan heye û ewê Pêşmerge kiriye tenê bi wan kesan têkirin ku biryarê dane jiyana xwe ji bo xizmetkirina xelkê terxan bikin. Her wiha balkişand li ser wê yekê ku niha Pêşmerge li ser asta hemû cîhanê bûye sembola xweragirî û cangoriya bi navê azadiyê, ji ber ku şerê Pêşmerge ne şereke ji bo dagîrkariyê, belkû şereke bi navê parastina jiyana xelkekî din û parastina azadî û pêkvejiyan û bexteweriya xelkê.
Nûnerê Taybetî yê Papayê Pîrozê Vatîkan ragihand: Dema di destpêka êrîşa terorîstan hatim Kurdistanê, rewş gelek xerap bû, xweşhalim ku dibînim vê carê pêşketineke ber bi çav heye, ji bilî wê yekê ku Pêşmerge li vê şerê da çekên baş bi dest ve nebû lê belê bawerî û şiyana wan ya ji bo xizmeta mirovayetî û azadî û parastina jiyana xelkekî din terxan kir û bi vê sedemê jî Pêşmerge serket û niha koçber dûrin ji metirsiyê.
Her li vê hevdîtinê de şanda mîhvan spas û pêzanînên xwe pêşkêşî Serok Barzanî kirin ku li hemû helkeftan de peyama pîrozbahiyê pêşkêşî Krîstiyanan û pêkhatên olî yên din dike û eve jî nîşana beşdariya Serok ya li xweşî û nexweşiyên wan pêkhatane ku dibê cihê zêdetir bi hêztirkirina bingehên pêkvejiyanê.
Mesûd Barzanî û Kardînal Fernando Fîlonî
Li beranber da Serok Barzanî bi germî bi xêrhatina Nûnerê Papayê Pîrozê Vatîkan û şanda li gel kir û spasiya Papayê Pîroz kir û dilniya kir ku peyama wan digihe Pêşmergeyên Kurdistanê. Di derbarê hereşeyên terorîstan de Serok Barzanî ragihand: Li wê serdana berê ya Kurdistanê ku destpêka êrîşa terorîstan bû min bi we got ku yan emê hemû pêkve bimrîn yan terorîstan têk dişkînîn û koçber bi serbilindî vedigerin malên xwe, niha dibînîn ku Pêşmerge efsaneya Da’îşê têk şikand û serkeftineke gelek mezin tomarkirin û beşekî zêdeyê navçeyên dagîrkirî hatin azad kirin û we dilniya jî dikim terorîst tu paşarojeke wan li vî welatê da tûne û koçber bi serbilindî wê vegerin malên xwe.
Serok Barzanî bi şanda mîhvan ragihand ku carekî din li rêya we ve daxwaz ji xuşk û birayên Mesîhiyan dikim bîr li koç û bi cîh hiştina welatê xwe nekin û dilniya bin ku niha terorîst gelek lawazbûne û piştî derxistina terorîstan jî paşarojeke geş li benda hemû pêkhatên olî û neteweyiyên navçeyê dike û tu demekî carekî din rê nadîn jiyana wan bikevê ber metirsiyê.
Serok Barzanî tekez jî kir ku Herêma Kurdistanê herdem bi malekî aram û ji bo hemû pêkhatên neteweyî û oliyan dimîne.
Serok Barzanî di dawiya hevdîtina xwe de bi helkefta cejna Qiyamê ve li rêya şanda mîhvan pîrozbahiyên xwe pêşkêşî Krîstiyanên Kurdistan û Iraqê û hemû cîhanê kir û silav û rêzên xwe yên taybetî ji bo Papayê Pîroz nîşan da û ragihand ku ji wê yekê dilniya bin em xuşk û birayên xwe yên li hemû pêkhatên Kurdistanê diparêzîn.