Cîhan

UEFA ji bo îşareta nijadperestî ceza da leyiztikvanê Tirk

Dema serkeftina Tima fotbolê ya Tirkiye leyiztikvanek Tirk , îşareta ku tenê MHPyî bi kar tînin kir. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ev îşaret wek sembola Faşîzmê û nijadperestiyê tê naskirin. Piştî vê yekê UEF di derbarê leyiztikvanê Tirk de lşpirsînek destpêkir û wek ceza du yarî lê qedexe kirin.

Di Şampiyoniya Ewropayê de li trîbûn û qadê peyamên siyasî qedexe ne.

Serokê CHPê Ozgur Ozel jî di derbarê cezayê ku UEFA dayî leyiztikvanê Tirk daxûyaniyek da û got:

Serokê CHPyê Ozgur Ozel li ser nîqaşan wiha axivî:

“Niha pêwîstiya Tirkiye û Tîma Neteweyî ya Tirkiyeyê ne bi nîqaş û polemîkan bi konsantreya maça êvara yekşemê heye.

Li vir tenê tiştek heye; em tevgera UEFA FIFAyê rast nabînin.

Me doh jî diyar kiribû ji ber ku lîstikvanekî ciwan di dema kefexweşiya xwe ya golê de nîşana ku bi kar aniye em lêpirsîneke wiha rast nabînin.

Lê gurkirin û mezinkirina vê nîqaşê li Tirkiyeyê û hewldana wê bikişîni nuqteyeke nakokiya siyasî, di serî de zirarê dide Tîma Neteweyî.

Divê her kes di vê mijarê de hestiyar tev bigere.

Divê di vê mijarê de, di vê mijara nîşanan de mirov azadîxwaz be, pirsgirêk tine.

Em her tim wisa bûn. Lê belê berî çend sala gava ku werzişvanekî me yê ciwan (Denîz Nakî) “nîşana zaferê” bi kar anî, îro ji aliyê kesên ku azadiya vê nîşanê (nîşana gurê boz) diparêzin ve hatibû lînçkirin.”

Back to top button