Trump: Şerê Cîhanê yê sêyemîn tu carî evqas nêzîk nebûye
Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di çarçoveya salvegera şerê Rûsya û Ûkraynayê de vîdeoyek bi navê “Serok Trump şerxwaz û globalîstên ku li pey şerên bêdawî digerin” li ser malpera xwe ya fermî belav kir.
Trump, bi gotina “şerê cîhanê yê sêyemîn tu carî evqas nêz nebûye” got ku divê hemû şerxwaz û globalîstên dewleta kûr, ji saziyên wek Wezareta Parastinê (Pentagon) û Wezareta Karên Derve bên paqijkirin.
Trump got ku ” yekane serok ew e ku şer nedaye destpêkirin” û destnîşan kir ku ew bi redkirina şîretên burokratên li Washingtonê ji pevçûnan dûr dikevin. Trump, di dawiya gotinên xwe de got: “Eger ez serokê we bûma, ev yek qet nedibû. Divê nîzama gerdûnî ya xirab a ku serdestiyê li siyaseta derve ya Amerîkayê dike, bê rizgarkirin”.