CîhanPolîtîk

Trump Projeya PYDê sekinad

Li gora nûçeyek ya rojnama Amerîkî  Washington Post , rawêşkarên serokê Amerîka yê berê Obamma di derbarê ku çeka bidin YPGê kane bibûn.Ji berî ku dema Obama dawî were, plana çekdayina YPGê existin rojevê.Li gora ku rojname dibêje; dema tim a Trump xwest midexeleyê vê yekê bike, Obama ji rawêşkarên xwe yên ewlehiyê daxwaz kiriye ku pêwendiyê li gel serokkomarê Tirkiye deynin û Erdogan di vê derbarê de îkna bikin. Herweha biryar dane vê yekê pêşniyarê Trump bi xwe jî bikin.Lê rojname dide xûyakirin ku dewsa Trump vê pêşniyarê bipejirînê, ew dosya hilanine û ji rojeva xwe derêxistine. Li gor tim a Trump ev plan gelekî aloz e û mercên wê yên serkevtinê tuneye.Dema Trump hatî ser desthilatê di cih de ji Pentagon daxwaz kiriye ku, di derbarê Suriye de lêkolinekî bikin û di nava mehekî de necamê deynin ber destê wî.Di nivîsa  Washington Post  de hatiye xuyakirin ku, ji bo Obama nexwestiye rasterast artêşa Amerika li Suriye bêxe nava şer , giranî daye projeya PKK/PYDê.Ji aliyek din vet ê gotin meha Îlona sala borî generalê Amerikî Joseph Votel pêşniyar kiriye ku çeka bidin PYDê û ev yek bûye sedema têkçûna pêwendiyên Amerika û Tirkiye.

Back to top button