Serokê Amerîka Donald Trump , piştî biryara Civata Nûneran ya wî ji kar dûr bêxin peyameke vîdyoyî weşand.
Trump got ku hemî tedbîrên pêşîgir hatine girtin ku di 20’ê Rêbendanê de radestkirina rêvebirîya Amerîkî bi bawerî û bê pirsgirêk pêk were.
Serok Trump ji ser Twitterê, ji hesabê fermî yê Qesra Sipî pirtir li ser bûyerên 6’ê mehê yên dijî Kongresê peyîvî û got ew wan bûyerana bi tundî şermezar dike.
‘‘Ez dixwazim bi vekirî bêjim ku ez bûyerên hefteya borî bi zelalî şermezar dikim. Li welatê me û di nava tevgera me de cîhê tundîyê tuneye. Jinûve hêzdarkirina Amerîka bi parastina serwerîya qanûnê, bi piştgirîdana hêzên ewlekarîyê û domandina nirxên pîroz yên welatê me pêkan e. Piştgitên min yên rastîn ti car bêrêzî ji ala Amerîkî re nakin û zarar nadin Amerîkîyên din,” Trump got.
Serok Trump bi berdewamî got ku divê berpirsên bûyerên hefteya çûyî wê derkevin pêş dadwerîyê. Wî ji alîgirên xwe xwest ku li rêkên kêmkirina reqî û tundbûnê bigerin û piştgirîya aştîyê bikin.
Serok herwiha got ku jibo ku merasîma sondxwarinê ya 20’ê mehê bi ewlehî pêk were, ewê bi hezaran hêzên Zerevanîya Netewî bînin Washingtonê.