“Tişta DAİŞê bo Kurdan kir me nikarî di 11 salan de bikin“
Endamê berê yê Parlamentoya İraqê Îsmaîl Şukir da zanîn ku 11 sal dibe Kurdan nikarî maddeya 140’ê cîbicîh bikin, lê DAİŞ’ê di çend rojan de bo Kurdan cîbicîh kir.
Derbarê bûyerên dawî de yên ku li İraqê diqewimin, parlamenterê Kurd û mamostayê zanîngehê Îsmaîl Şukir ji BasNewsê re got: ‘’Hatina DAİŞ’ê fêde gehande Kurdistanê, di mesela cografî de sêda wê bo Kurdistanê hebû û bû sedema cîbicîhkirina maddeya 140 û vegera navçeyên Kurdistanî bo ser îdareya Herêma Kurdistanê.’‘
Wî parlamenterê Kurd rastiyeke girîng eşkere kir û wiha axifî: ‘’Tişta ku Kurdan nikarî di 11 salan de bo maddeya 140’ê bikin û asteng dihatin çêkirin, wate ji sala 2003 heta 2014’ê, fermo DAİŞ’ê di hundirê çend rojan de kir û maddeya 140’ê cîbicîh kir, niha hemû navçeyên Kurdistanî yên derveyê herêmê di bin kontrola Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê de ne.’‘
Îsmaîl Şukir da zanîn ku ji ber DAİŞ’ê hindik maye navçeyên di çarçoveya maddeya 140’ê de vedigerin ser Herêma Kurdistanê û axaftina xwe wiha qedand: ‘’Tişta qewimiye destpêkeke bo parçebûna İraqê, loma divê Hêzên Pêşmerge li wan cihên xwe yên navçeyên Kurdistanî bi tevahî bicîh bibin.’‘
Şiwan Berzencî/Bas