Nivîsar

Tirşika Ayselê û Girara Gavana

Wexta ku min nûçeya ANFê ya ku Ahmet Turk û Aysel Tugluk, wê ji bo çaresekirina pirsa Kurd û “Konferansa Neteweyî” serdana Serokê Kurdistana Federe Mesud Barzanî û Serokkomarê Iraqê Celal Talabanî bikin; xwend… 

Piştî sê salan be jî, ew reşnivîsa Aysel Tuglukê ya nebixêr hate bîra min.

“Mustafa Kemal sembola Xilasîyê ye, ew nîşanek dîrokî ye û mezinahîya kirinên wî yên dîrokî heta îro xwe nîşan dane û pêşerojê de jî wê xwe nîşan bidin. Ew mucizeyek e,
nemir e. Di Neteweyîbunê de dar a bingehîn e.” 

“Pirsa Kurd” encex di çarçove ya parastina Sînorên “Misak-i Milli” de dikare çareserbibe.”  (**)

Sê sal û sê meh berê, hevseroka DTPê Aysel Tugluk van rêzan di rojnameya Radikalê de eşkere, vekirî, zelal, bêtirs û bêguman dinivîsand.

Qaşo li Tirkiye yê  20 milyon Kurd hebûn û ev nivîsa hevserok Aysel Tuglukê bi tenê 8833 car hatibu xwendin.
Sê sal û sê mehan de 8833 car!
Çiqasê wan Kemalîst bûn û çiqasî wan Kurd?  Xwedê zanê !

Qetlîam û zordarîyên ku bi destê Ataturk yên li Dersimê hatibun kirin di tûrê wê de berê xwe dida Hewlêrê …

Armanc konferansek “NETEWEYΔ bû!

Lê tu kesî nediwêrîya ku jê re bêje:

Hermet!
Ma ne hûn bûn ? Ku we Dewleteke NETEWEYÎ nedixwest!
Wexta ku serokê we, maneya peyva “NETEWE” ji nûve nivîsand û danî ber we!
Ma ne hûn bûn ? ku we şerê alimek wekî Ismail Besikçi kir û wî kir Ziya Gökalpê Kurdan!

Nebe ku ev peyva “NETEWEYî” ji devê we bêhemdî filitî be?

Lewre mesele ya vê tirşika we bûye mesele ya “Girara Gavana”. (*)
Û ma ne ecêb e ku Kakacanên me yên başurî dev ji goştê berx û elokên Kurdistanê berdin û li tama Tirşika we ya Kemalîst binêrin?

 

Jîndar Erdal Toprak
Parîs, 31 Tebax 2010

 

_______________________________________________________________________________________________________

(*)
“Girara Gavana” : Wexta ku garana gund bi rê diket, her malekî hinek xwarin dida gavên û xwarinên cûda di beroşekî de tevlîhev dibun.   

(**)
“Kurtarıcı motif, tarihsel imge Mustafa Kemal ve onun tarihsel eylemselliğinin büyüklüğü kendisini gösterdi ve gösterecek.
O bir mucizedir, ölümsüzdür. Uluslaşmada temel direktir.”  

27/05/2007 

 2230_700797794.jpg

http://www.radikal.com.tr/ek_haber.php?ek=r2&haberno=7097

http://w9.gazetevatan.com/haberdetay.asp?tarih=05.02.2008&Newsid=160288&Categoryid=9

Back to top button