Hejmara penaberên ku ji Tirkîyê derbasî Almanyayê bûne ji sedî 290 zêde bûye. Di 8 mehan de hejmara penaberan gihişt 30 hezarî. Tirkîye ji 10 welatên ku herî zêde li Almanyayê daxwaza penaberîyê dikin, hejmara 7 welatan derbas kir. Herwiha Tirkîye di warê penaberîyê de piştî Sûrîyê ket rêza duyemîn.
Koçberîya ji Tirkîyê ber bi Almanyayê di meha Tebaxê de rekor şikand. Li gor amarên fermî yên Daîreya Koç û Penaberî ya Almanyayê (BAMF), tenê di meha Tebaxê de 5 hezar û 544 kesên ku ji Tirkîyê (ku gelek ji wan Kurd in) bi rêyên neqanûnî çûne Almanyayê daxwaza penaberîyê kirine. Temenê kesên ku diçin Almanyayê di navbera 20-35an de ye. Di vê hejmarê de kesên ku nehatine girtin û yên ku bêyî daxwaza penaberîyê li hundirê welêt hatine windakirin, tunene.
Li gor amarên dawî hejmara kesên ku ji Tirkîyê derbasî Almanyayê bûne ev e; Kesên ku li kampê qeyda xwe nenivîsandin jî di nav de jimar nêzî 100 hezarî ye. Kesên ku bi qanûnî diçin û kar peyda dikin, ji vê reqemê tên derxistin.
TIRKÎYE HEFT WELAT DERBAS KIR
Bi vê hejmarê Tirkîye ji 7 welatên ku di rêza 10 de bûn û bi awayekî neqanûnî li Almanyayê daxwaza penaberîyê dikirin, derbas bû. Tirkîye di warê penaxwazan de piştî Sûrîyê di rêza duyemîn de ye.
Di 2 mehên dawî de Tirkîyê rekora qaçaxçîtîyê şikand. Kesên ku ji Tirkîyê li Almanyayê mafê penaberîyê xwestine, meha borî cara ewil ji hejmara kesên ku bi qaçaxî ji Afganîstanê hatin Almanyayê zêdetir bû. Li gor hejmarên meha Tebaxê, ji Sûrîyê 9 hezar û 186, ji Tirkîyê 5 hezar û 544 û ji Afganîstanê jî 4 hezar û 217 kes çûne Almanyayê. Tirkiye di rêza duyemîn û Afganîstan di rêza sêyemîn de ye.
Hejmara kesên ku ji Tirkîyê hatine ji hejmara penaberên ji Iraq, Gurcistan, Îran, Federasyona Rûsyayê, Somalî, Gîne û Kolombiyayê ku di rêzên 4 û 10emîn de ne, zêdetir e.