Tirkiye nahêle Kurdên brîndar li Tirkiyê bêne dermankirin
Doh li Serêkaniya (Resulayn) Suriyê, di navbera hêzên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û hêzên Artêşa Azad a Suriyê de pevçûnên dijwar derketibûn û di encama pevçûnan de zêdetirî 20 kesan jiyana xwe wenda kiribûn. Dîsa gellek kes jî, di pevçûnan de brîndar bûbûn. Di pevçûnan de Serokê Meclîsa Gel Abid Xelîl jî jiyana xwe ji dest dabû.
Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Dîcle (DÎHA) û qunçiknivîsa rojnamevana rojnameya Milliyetê Asli Aydintaşbaş, brîndarên Ereb yên Artêşa Azad a Suriyê, sînor derbas dikin têne Serêkaniya Rihayê (Ceylanpinar) û li nexweşxana tên dermankirin. Rayedarên dewleta Tirkiyê, nahêlin ku brîndarên Kurd derbasa Serêkaniya Rihayê bibin û werine dermankirin.
Di qunçiknivîsa xwe de rojnamevan Asli Aydintaşbaş, cîh dide daxuyaniya Şaredarê Serêkaniya Rihayê Îsmail Arslan. Şaredarê Serêkaniya Rihayê Arslan, tenê tedawîkirina brîndarên Ereb rexne dike û di vê mijarê de vê gotinê dike: ” Ger ku Tirkiye dixwaze di vî şerî de bêteref bimîne, di mijara brîndaran de jî pêwiste bêteref be. Vira dereke ku Kurd û Ereb di nav hev de dijîn e. Êdî li malên her kesî kesên ku ji Suriyê reviyane û hatine hene. Em jî di nav wan de dijîn. Tirkiye ku nekeve nav şerê Kurd û Ereban wê rast hewl bide.”