CivakRojev

Tirkiyê li çiyayê Gare dest bi operasyonekî kir

Wezareta Berevaniya Tirkiyê bi daxuyaniyekî ragehand, ku îro 10.02.2020ê li çiyayê Gare ya li Başûrê Kurdistanê dest bi operasyonekî kiriye.

Li gor daxuyaniya wezareta berevaniya Tirkiyê ragehandiye operasyona bi navê ‘’Operasyona Pence Kartal-2’’ bi armanca tine kirina hebûna çekdarên PKKê yên li herêma Gare pêkhatiye û çekdarên PKKê di nav amadekariya êrîşeke de bûne û ji bo pêşî girtina êrîş û amadekariyên PKKê operasyon destpê kiriye û berdewam dike.

Herwaha li gor çapemeniya nêzîk PKKê jî ragehandiye îro 10.02.2021ê demjimêr 03:00ê ber bi sibehê ve artêşa Tirkiyê bi balefirên şer û helîkopteran bombebaranekî giran li çiyayê Gare pêkaniye û piştî wê jî leşker daxistiye herêmê.

Herwaha li gor heman çavkaniyê operasyon li Pîrîs, Bergare û Siyanê yên çiyayê Gare pêktê û di navbera gerîllayên PKKê û leşkerên artêşa Tirkiyê de pevçûnên tund hene.

Back to top button