Polîtîk

Tirkiye ji danûstandinên ENKS û PYDê nerazî ye

Hikûmeta Tirkiyeyê  ji danûstandinên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) nerazî ye.

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu di dema beşdarbûna bernameyeke televîzyoneke Tirkiyê, li ser danûstandinên ENKS û PYDê de ragihand, “Amerîka û Rusya hewl didin YPG û PKKê bi navê Hêzên Suriyeya Demokratîk HSD ango bi navê ‘Kurdên Suriyê’ tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bike.”

Herwiha Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje, “YPG berî ku bi temamî bikeve bin kontrola Amerîkayê, Rusya hewlek ciddî dida YPG tevlî pêvajoya çareseriya siyasî bike û li ser wê yekê jî  rijd bû.”

Çavuşoglu di dewama gotinên xwe de dibêje, “Amerîka jî niha dixwaze ENKS û YPGyê bike yek. Lê ew rê nadin li Bakurê Suriyeyê ne korîdoreke tororê were avakirin û ne jî rêxistinên terorê bên rewakirin.”

Ev di demekê de ye ku berî niha jêderên taybet bi Rûdawê ragihandibûn, ku ENKS û PYD, hevdîtinên wan ên rasterast bi serpereştiya Amerîkayê berdewam in û wan di warê siyasî de li hev kirine û tu pirsgirêk di navbera wan de nemane.

Çavkaniyên taybet ji Rûdawê re dabûn xuyakirin, ku PYD û ENKS li ser pêşeroja Rojavayê Kurdistanê, helwesta li hember hikûmet û opozisyonê, pêwendiyên bi welatên cîran re û gelek pirsên din yên çarenivîssaz lihev kirin çêbûye û Amerîka jî wan hevdîtinan birêve dibe.

Frensa jî piştgiriya wê projeya Amerîkayê dike.

Endamê meclîsa PYD Ebdulkerîm Saroxan jî ji Rûdawê re gotibû, êdî dem hatiye ku Kurd rêza xwe bikin yek.

Saroxan herwiha diyar kiribû, dema wê hatiye ku lêvegereke siyasê ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê çêbibe û astengên ku berê hebûn nemînin.

Roja 26ê Nîsana îsal, Şanderê Amerîkayê yê bo karûbarên Bakur Rojhilatê Sûriyê William Roeback li gel alîkara xwe serdana Rojavayê Kurdistanê kiribûn û bi giştî li gel 22 partiyên Kurdî û bi taybet partiyên ser bi ENKSê û TEV-DEMê re hevdîtin kiribûn.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) jî têkildarî serdana şanda Amerîkayê û hevdîtinên wê şandê li gel partiyên Kurdî daxuyaniyek dabû û destnîşan kiribû, ku ew civîn û hevdîtin di çarçoveya destpêşxeriya Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk, Mazlûm Ebdî de û ji bo yekrêziya aliyên kurdî li Rojavayê Kurdistanê de bûye.

Rûdaw

Back to top button