PolîtîkRojev

Tirkiye ji bo êrîşî rêveberên PKKê bike li gel YNKê hemahengiya wê ya îstixbaratê heye!

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)ê aşkera kir, Tirkiye bi armanca linavbirina rêveberên PKKê li sînorê Silêmaniyê hemahengiya wê ya îstixbaratê li gel YNKê heye.

Demeke ji aliyê Tirkiyê ve bê ku nasnameya wan bê aşkera kirin li ser hev endam û berpirsên PKKê yên li sînorê Silêmaniyê dibin armanca êrîşê û duh jî du endamên PKKê di otomobîleke sivîl de li sînorê qeza Mawet a li bakurê parêzgeha Silêmaniyê bûn armanca êrîşê û dibe ku berpirsên partiyê bin û jiyana xwe ji dest dan.

Vê derbarê de serokê berê yê Partiya Çareseriya Demokratîk a Kurdistanê (PÇDK) Fayêq Gulpê, ku ew partî baskê PKKê yê li herêma Kurdistanê bû û naha hatiye hilweşandin ji BasNewsê re ragehand, bê hemahengî Tirkiye nikare li Silêmaniyê PKKê bike armanca êrîşê.

Herwaha pirs jî kir: Bê hemahengî Tirkiye çawa li Mawet û Pişderê otomobîlên PKKê dikare bike armanca êrîşê?

Herwaha got, çend sal berî naha hejmarek rêveberên PKKê ku nav wan de Demhat Egîd û Cemîl Amed jî hebûn li çiyayê Ezmer û nêzîkî Silêmaniyê bûn armanca êrîşê, ‘’Eger ti kes nebe agahî bidin ew çawa hatine nasîn û bûn armanca êrîşê?

Fayêq Gulpî got, di dema borî de ‘’Bêhtir rêveberên PKKê li sînorê Silêmaniyê bûne armanca êrîşê. Dibe ku PKK jî bizane YNK ye û behs neke, yan jî dizane YNK ye û dema wê nehatiye, yan jî wisa dizane ku xelkê din e, eger pêwendiyekî leşkerî di navbera PDK û Tirkiyê de hebe, pêwendiya îstixbaratî jî di navbera YNKê û Tirkiyê de heye û dibe ji ber wê sedemê be endamên PKKê li Silêmaniyê dibin armanca êrîşê.

Gulpî got, PKK divê ji YNKê bipirse xêre ew hemû rêveberên min çima li Silêmaniyê dibin armanca êrîşê? Li vî sînorî pir zêde rêveberên PKKê bûn armanc, ‘’Çima PKK naaxive li hember YNKê.’’Li gora nûçeya basnewsê,

Back to top button