Polîtîk

Tirkiye hevkariya pizîşkî pêşkêşî Îsraîlê kir

Li çarçêweya bernameya gihandina hevkariyên miroviyan û bi mebesta rûbirûbûna Korona, tirkiye hevkariya pizîşkî pêşkêşî Îsraîlê kir û dibêjin em li bendê ne rê bidin me da ku ji bo Filistînê jî alîkarî bişînîn.

Pêdiviyên pizîşkiyên ku tirkiye dide Îsraîlê ji rûpoş, lepik, poşekên taybet û keresteyên pizîşkî pêktê ku Hikûmeta Telavîv pêwîstiya wan pê heye. ji bo vê mebestê jî sê firokeyên serbazî yên barhilgir şandiye tirkiye û li binkeya Încîrlîk biryare pêdiviyên pizîşkî bar bike û bigihîne Îsraîlê.

Ajansa Bloomberg di derbarê şandina hevkariyan balkişandiye li ser wê yekê ku Hikumeta tirkiye li bernameya wê da heye hevkariya pizîşkî pêşkêşî Filistînê bike û dibêje, tirkiye hêviya wê yekê ye ku Îsraîl rê bide wan da ku bişînin Filistînê.

Li Îsraîlê 10 hezar û 505 pêketiyên Korona hatine tomarkirin û 95 kes canê xwe ji destdane û hezar û 236 kes başbûne.

Li tirkiye jî 47 hezar 029 kes pêketiyên Korona hatine tomarkirin û hezar û 6 (1006) kes jiyana xwe ji dest dane.

Back to top button