CîhanRojev

Tirkiye: Em îro jî hevxemê komkujiya Helebceyê ye

Konsulxaneya Tirkiyê ya li Hewlêrê, bi minasebeta 33 mîn salvegera kîmyabarana Helebceyê daxûyaniyek ragihand û got:“Li Helebceyê di 16ê Adara 1988an de qetilkirina bi hezaran sivîlan bi kîmyabaranê ji aliyê rejîma Baesê ve, dê di dîrokê de her tim wek rûreşiyeke were bîranîn.”

Îro 33 sal li ser kîmyabarankirina parêzgeha Helebce re derbas dibin ku di encamê de zêdetir ji 5 hezar kes şehîd bûn û bi hezaran kes jî birîndar bûn.

Konsolxaneya Giştî ya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê li ser hesabê xwe yê fermî yê Twitterê bi boneya 33mîn Salvegera Komkujiya Helebcê peyamek belav kir û tê de ragihand ku ew jana ku komkujiyê bi pey xwe anî, heta îro bi kûrahî hest pê tê kirin.

Konsulxaneyê herwiha li ser navê Tirkiyê hevxemiya xwe ji bo qurbaniyên kîmyabaran Helebceyê pêşkeş kir û got: “Tirkiye ku deriyê xwe ji xwîşk û birayên xwe yên Kurd ên ji ber wê êrişa hovane reviyanbûn vekir, îro jî em hevxemê vê êşa mezin e. Em qurbaniyên komkujiya Helebceyê bibîr tînin û ji Xwedeyê mezin bo wan dilovaniyê dixwazin.”

Back to top button