Cîhan

Tirkiye: Em amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêka petrolê rol bilîzin

Piştî biryara Dadgeha Navdewletî ya Hakemanî ya Parîsê di 25ê Adara 2023an de di derbarê hinartina petrola Herêma Kurdistanê de, hinartina petrolê ji bendera Ceyhanê hatibû rawestandin. Evê yekê ziyanek mezin da û dide aboriya Herêma Kurdistanê. Hikûmeta Bexdayê ji aliyekî de bi zanyarî vê pirsgirêkê kûrtir dike da ku petrola Kurdistanê neyê şandin, Kurd di warê aborî de muhtacî Bexdayê bibin û Bexda jî li gor qîm û riza xwe Kurdan biperçiqîne.

Wezîrê Enerjî û Çavkaniyên Siruştî yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar ragihand ku ew amade ne ji bo çareserkirina pirsgirêka petrolê ya di navbera Hewlêr û Bexdayê de bi awayekî zelal rola xwe bilîzin.

Bayraktar bi bîr xist ku ji 4ê Cotmeha 2023an vir ve xeta boriyê ji hêla teknîkî ve amade ye ku bixebite û got:

“Ji wê rojê heta niha ji boriyê herikînek çênebûye. Doza me li gel Iraqê berdewam e. Tirkiye ji aloziyan ne berpirsiyar e. Li vir ji ber lihevnekirina rêveberiya Hewlêrê û hikûmeta navendî pirsgirêk derketiye. Em wek Tirkiye amade ne ku ji bo çareserkirina pirsgirêka petrolê ya di navbera Tirkiye û Tirkiyê de rola xwe bilîzin”.   Wezîr Bayraktar, anî zimên ku ew dixwazin xeta boriya petrolê bi temamî bê bikaranîn û got: “Bi xeta boriya petrolê ya Tirkiye-Iraqê dikare rojane 1,4 milyon bermîl petrol hinarde bibe, lê heta niha evqas nehatiye hinardekirin”.

Back to top button