Bombebaran û topbaranên Tirkiyê li ser herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê berdewam in û firokeyên Tirkiyê îro jî Çiyayê Kure Jar li hindavê Dêrelûk û Şêladizê bombebaran kir.
Peyamnêrê Rûdawê da xuyakirin ku balafirên Tirkiyê Çiyayê Kure Jar bordûman kirine ku 1.5-2 km dûrî navçeyên nîştecêbûnê ye.
Herweha sibeha îro saet 04.00 sibehê topek ber gundê hirûrê ketiye.
Dema 3 rojane ji ber bordûmanan agir ber aqarê gundên birîfka, Hirûrê ketiye û ber bi gundê Qumriyê diçe û ziyaneke zaf gihandiye wan navçeyan.
Ev di demekê de ye ku duh şer bi tundî berdewam bû û 2 caran tuneleke gerîalyên PKK hat bombebarankirin û tirseke mezin di nav welatiyan de belav bû.
Heta niha 5 gund hatine valakirin ku ew jî Kêste, Çelka Krîstiyanan, Edinê , Dêşîş û Serero ne û herwiha metirsî li ser gundê Ure jî heye û 6 malên ku di gund de asê mabûn rizgar bûne.