Tirkiye devera Amediyê bombebaran kir
Firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê devera Rêkan û Nêrwe ya ser bi Duhokê bomberdiman kir, kesekî sivîl bi giranî birîndar bû.Peyamnerê Rûdawê li Duhokê Nasir Êlî ragihand ku firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê îro derdora seat 13.00 gundên Etroş, Mezî û Banêsirê yên ser bi Amediyê ve borberdiman kirin.Nasir Êlî got: “Di encama bomberdimanê de sivilekî ji bajarokê Şêladizê yê bi navê Nihad Mihemed birîndar bû.Pismamê Nihad Mihemed yê bi navê Rojhat Loqman jî got: “Nihad ji bo giya berhev bike çûbû gund, lê firokeyên şer ên artêşa Tirkiyê êriş kirin û ew birîndar bû. Nihad niha ji bo dermankirinê li nexweşxaneya Duhokê ye.”Bi gotina Rojhad Loqman bîrana pismamê wî Nihad Mihemed dijwar e.Tirkiye bi hinceta hebûna baregehên PKKê li herêmê gelek caran wê deverê bomberdiman dike.Ji ber bomberdimanên artêşa Tirkiyê 25 gundên ser bi navçeya Amediyê ve hatine valakirin.