Cîhan

Tirkiyê bazirganiya bi Îsraîlê re di 54 berheman de sînordar kir.

Wezareta Bazirganiyê ya Tirkiye biryar da ku, hinardekirina hinek berheman ji bo Îsraîlê kêm bike.

Di daxuyaniya ku ji teref Wezaretê ve hat dayîn de ev agahî hatin dayîn:

Di vê qetlîama ku Îsraîl ji meha cotmehê vir ve zêdeyî 6 meh in li Xezeyê bi awayekî bêperwa pêk tîne de hejmara birayên me yên Filistînî yên ku jiyana xwe ji dest dane ji 33 hezarî zêdetir e û hejmara birîndaran jî ji sed hezaran zêdetir e.”

Gelê Filistînê ku li Zîvala Xezeyê hewl dide jiyana xwe bidomîne, di serdema me de bi rengekî nedîtî bi birçîbûn û her cure feqîriyê re têdikoşe û gihandina wan a herî bingehîn a erzaq, alîkariyên tibbî û kelûpelan tê asteng kirin.

Ji 7ê Cotmeha 2023an vir ve Tirkiye hem li pêşberî aliyan, hem li qada navneteweyî û hem jî di nava alema Îslamê de ji bo rawestandina pevçûnan, ji bo pêşîgirtina li windahiyên mirovî û wêraniya fizîkî, pêşî li agirbesteke mayînde bigire, xebatên siyasî û dîplomatîk dimeşîne.

Piştî ku êrîşên Îsraîlê dest pê kir, Tirkiye hat alîkariya Gazzeyê û gelê wê û bi keştî û balafiran bi deh hezaran ton alîkarî bi taybet alîkariyên xwarin, tenduristî, pizîşkî û derxistina bi hezaran nexweşan gihandin Tirkiye.

Lêbelê, Îsraîl bi awayekî eşkere qanûnên navneteweyî binpê dike û gelek bangên civaka navneteweyî yên ji bo agirbestên siyasî û qanûnî û alîkariyên mirovî yên bênavber paşguh dike.

Mixabin Îsraîl ti biryarên di vî warî de ji aliyê Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî, Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî û Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ve ku hêmanên bingehîn ên qanûn û nîzama navneteweyî ne, bi cih neaniye.


Di vî warî de Tirkiyê biryar da ku ji 9ê Nîsana 2024an pê ve di qonaxa yekem de hinardekirina berhemên ji bo Îsraîlê yên di çarçoveya komên berhemên ku di pêvekê de hatine diyarkirin sînordar bike. Pêdiviyên vê biryarê wê bi lezgînî ji aliyê Wezareta Bazirganiyê ve bên bicihanîn.

Back to top button