Tifaqa CHP û BDP
Li gora îdiayên di rojeva siyasî de têne kirin, hevkariyek di navbera CHP û BDP de pêkhatiye. Li gora vê hevkariyê, dê BDP li Enqere û Îzmirê berendama nîşan nekê û wê wrîkariya berendamên CHP-ê bike. Dê CHP jî li derê herêma kurdistanê hinek berendamên nêzik BDP-ê di lîsteya xwe de cih bike.
CHP ji aliyekî ve girtiyên doza Erkenekonê yên wek Mehmet Haberal, Mustafa Balbay, Mehmet Özbek, İlhan Cihaner û Tuncay Özkan bike berendam û ji aliyekî ve jî li hinek îtifaqên balkêş dixwaze pêkbîne.
Li gora medyayê dê çerçova li hevhatina navbera CHP – BDP-ê de, BDP li bajarên wek, Enqere, Îzmir, Manisa,Antakya, Bursa û Erdehanê tu berendamên serbixwe nîşan nade. Li himber vê jî CHP ji 4 heta 6 kesên nêzikî BDP-ê li bajarên cuda bike berendam.
Li gora ku tê zanîn berendamên BDP-ê û bajarên berendama nîşan dike evin:
Diyarbekir: Selahattin Demirtaş, Emine Ayna, Aysel Tuğluk, Hatip Dicle (girtiye), Şarafettin Elçi, Altan Tan. Qers: Ayhan Bilgen; Edene: Ertuğrul Kürkçü; Dersim: Ferhat Tunç; Stanbul: Sırrı Süreyya Önder, Levent Tüzel, Rıdvan Turan, Sebahat Tuncel; Wan: Leyla Zana, Özdal Üçer; Mêrdin: Ahmet Türk; Şırnex: Selma Irmak (tutuklu), Hasip Kaplan; Hekarî: Salih Yıldız; Mûş: Sırrı Sakık, Demir Çelik; Batman: Bengi Yıldız, Ayla Akat Ata; Sêrt: Gültan Kışanak; Igdîr: Pervin Buldan; Bingol: İdris Baluken; Riha: İbrahim Binici, İbrahim Ayhan; Agrî: Murat Öztürk.: