Polîtîk

The Times dewleta Kurdistana serbixwe dadimezrê

Rojnameya The Times a Beritanî di derbarê rewşa dawî ya Iraqê raporek belav kir û da zanîn ku derfeteke zêrîn ketiye destê Kurdan û Kurd dikarin dewleta xwe ya serbixwe damezrînin.

Nivîskar Michael Binyon li rapora xwe de nivîsiye ku Kurd bûne xwediyê axên dewlemendê neftê û Kerkûkê jî bi dest xistine û artêşa bi hêz ya Kurdan Peşmerge, kariye hêzên Daîşê rawestîne.

Kurdan kariye bêyî ku yek fîşek jî biteqînin Kerkûkê bi dest bixin û derfeteke zêrîn ketiye destê desthilata Kurdan. Her wiha Binyon dibêje xewna sedsaliya Kurdan dikare pêkbê û Kurd eger bikaribin vê derfetê bikarbînin dikarin dewleta serbixwe ya Kurdistanê ragihînin.

Back to top button