Rojnameya The New York Times hişyariyê dide ku aboriya tirkiye nêzîkî rûxandinêye.
Li gor raporeke rojnameya The New York Times ya Amerîkî, metirsiyên li rûxana aboriya tirkiye roj bi roj zêde dibe, eve jî hevdeme li gel bênirxbûna bihayê lîreyê tirkî ya beramber dolarê Amerîkî, li encamê da jî rewşa kompanyayan dijwartir kir û encamên neyîniyên belavbûna virusa Korona jî li ser welatî kûrtir kiriye.
Her wiha rojname balkişandiye li ser wê yekê ku daketineke ber bi çav li hemû pîvanên aboriyên li tirkiyê de hatiye tomarkirin û nirxê kalayên hawirde wekî derman û benzînê bilind bûye. Her çende veberhênerên biyanî jî li wî welatî dilgiraniya xwe ji xeraptirbûna rewşê derbirîne, bi taybetî ku Receb Teyib Erdogan hewlên xwe yên ji bo bilindkirina lîreyê û palpiştiya geşbûna aboriya welatî zêdekir ku ew jî bandoreke ber bi çav li ser karê wan çênekir.