Polîtîk

Tezkereya Sûrîye û Iraqê li parlementoya Tirkîyê hat qebûlkirin

Tezkereya ku hebûna Hêzên Çekdar ên Tirkîyê li Sûrîye û Iraqê 2 salên din dirêj kir, di Lijneya Giştî ya TBMM de bi 357 dengan hat qebûlkirin. 164 parlementeran ji bo tezkereyê dengê “na” dan.

Di pêşnûmeya ku bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan ji Meclîsê re hat şandin, xwedî li yekparebûna axa Sûrîye û Iraqê  hat derketin û hat gotin ku geşedanên li ser sînorê başûrê Tirkîyê, ewlekarîya netewî tehdîd dike.

Di tezkereyê de hatiye gotin:

-Li hember tevgerên cudaxwaz, tehdîdên terorîst û her cûre metirsîyên ewlehîyê yên li dijî ewlehîya netewî ya Tirkîyê, di çarçoveya hiqûqa navnetewî de hemû tedbîrên pêwîst bên girtin. Ji bo jinavbirina êrîşên ku ji hemû rêxistinên terorê yên li Iraq û Sûrîyê û li dijî rêxistinên terorê yên li ser welatê me bên kirin. Metirsîyên muhtemel ên wek koçberîya girseyî, ji bo paraztina ewlehîya me ya neteweyî, ji bo pêşîgirtina li hewldanên cudaxwaz ên yekalî yên li herêmên sînorên bejahî yên başûrê Tirkiyê ku tu rewatîya wan tuneye û her geşedanên bi wan re têkildar in”.

-Hêzên Çekdar ên Tirk ji bo ku bi awayekî bibandor paraztina berjewendîyên xwe bike û ji bo ku di pêşerojê de li gor geşedanan rû bi rû nebin, ji bo ku li gor geşedanan rûbirûyê rewşek bê serûber nebe, siyasetek bilez û dînamîk bişopîne, wê hêzên çekdar li ser sînor operasyonan pêk bînin û ji bo ji holê rakirina metirsî û tehdîdan her cûre tedbîr bên girtin.

Back to top button