Cîhan
Tevgera El-Alahhiye du endamên xwe ji xwedê re kirin qurban
Li Iraqê rêxistin a bi navê Tevgera El-Alahhiye 2 endamên xwe wek “qurban” ji xwedê re serjêkir.
Tevgera El-Alahhiye, li parêzgeha Zîkar a Iraqê bi helkefta Cejna Qurbanê serê du endamên xwe jêkir û ji Xwedê re kirin qurban.
Polîsê Îraqî roja Yekşemê li parêzgeha Dîwaniye li başûrê welêt rêveberê Tevgera El-Alahhiye girt.
Di daxuyaniya Midûriyeta Polîsan a Dîwaniyeyê de hat gotin ku “Rêveberê Tevgera El-Alahhiye ya parêzgeha Zikarê hat girtin, di lêpirsîna xwe de li xwe mikur hat ku serê 2 endamên xwe jêkirine û ji xwedê re kirine qurban”.
Tevgera Alahhiye komek Îslamî ya Şîa ye ku yekem car di sala 2020an de li Ziqarê derketiye û piştre li parêzgehên Dîwaniye, Besra û Meysanê belav bûye.