Polîtîk

Tevger piştgiriya Rojhilatê Kurdistanê dike

Alî Akkoyun Behsa Xwepêşandinên Qoserê Yên jibo Mehabadê Dike

Bûyerên li Mehabadê bûne sedem ku xwepêşandinên piştgirtinê li gelek bajarên her çar parçeyên Kurdistanê werin lidarxistin. Li bajarê Qoserê yê ser bi Mêrdînê ve jî xwepêşandinek berfireh lidar ket.

Xwepêşandina Qoserê ji aliyê Tevgera Ciwanên Kurdistanê ve hate rêxistin. Alî Akkoyun, endamê Tevgera Ciwanên Kurdistanê û yek ji wan kesên ku xwepêşandin birêve biriye.

Birêz Akkoyun ji Dengê Amerîka li ser pêdaçûna vê protestoyê axivî û bal kişand ser girîngiya helkeftên wisa jibo piştgiriya gelê Kurd li parçeyên din yên Kurdistanê.

Axavtinatina Akkoyun di xwepêşandanê de:

 

 Gelî xelkê Qoserê yê qehreman !

Wek hûn dizanin îroj em li vir civîyane ji bo protestokirina rejîma mella ya Îranê yî dagirker a Rojhilatê Kurdistanê.

Roja sêşemiya çûyî keçeke kurd xelka Mahabadê a 26 salî bi navê Ferînaz Xusrewanî ku li otêla kar dikir, ji alî berpirsekî Îranî hewla destdirêjiyê bike bûye, keça Kurd jî ji bo prastina xwe, xwe ji qata çara avêt xwarê û jiyana xwe ji dest da.

Li ser vê bûyerê xelkê me yê rojhilatê Kurdistanê bi teybet ên bajarê Mahabadê xwepêşandan li hember rejîma mella a Îranê dagirker li dar xistin.
Polîsên rejîma Îranê bê perwa êrîşî xelkê siwîl kirin û gelek birayên me yên rojhilatê Kurdistanê birîn kirin.

Li gor agahîyên tên xwepêşandan roj bi roj berfirehtir dibe.
Em jî îroj li vir civîyane ji bo piştgirîyê bidin birayên xweyî Rojhilatê Kurdistanê ku em li gel wanin û rejîma mella ya Îrana dagirker û hov protesto dikin.

Rejîma mella li Îranê ev ne bûyera pêşî ye li hember gelê me dike, Wek eşkereye di van çend salên dawî de rejîma îranê zulm û zora xwe li hember birayên me yên rojhilatê Kurdistanê xurtir dike û bê perwa êrîşa dibe ser xelkê me her weha gelek ciwanên kurd bê sûc û sebeb îdam kirine û dike jî. Pir heyf e ku dewletên cihanê li hember van kiryarên rejîma îranê ya qolonyalist çavên xwe girt û bêdeng man.

Birano!
Ev zulm û zordariya li ser miletê me tenê sebebeke wê yê esasî bê dewletbûna Kurda ye.
Ji bo em ji vê zulm û zorê xelas bibin divê em dest bidin destê hev ji bo avakirina dewleta Kurdistan kar bikin tenê ew wê me ji vê zulmê rizgar bike…
Her weha em bangî raya giştî ya Kurdistanê û ya cîhanê dikin ku dengên xwe li hember rejîma îranê bilind bikin.

Ew partî/rêxistin û kesên ku ji bo Filistinê mafê dewletbûnê diparêzin û ji bo miletê Kurd dewletê rewa nabînin şirîkê vê zilma li her çar parçeyê Kurdistanê didome ne.

Bijî KURDISTAN bimre dewleta Kafiran”ê

Back to top button