CivakDosya

Tevger 70 saliya PDKê pîroz dike

Bı mınasebeta 70 salıya damezırandına PDKê Tevgera Ciwanên Kurdistanê daxûyaniyek ya pîrozbahiyê belav kir.Tevger di daxuyaniya xwe de dibêje:“Serokê Nemir bi zanebûna xwe, pratîka xwe, Kurdistanîbûna xwe û şervanbûna xwe rêbazeke vekir ji bo hemû Kurdan.“ Daxûyaniya TEVGERê: PÎROZBAHÎBerî 70 salan Serokê Kurdan Nemir Mele Mistefa Barzanî, Partiya Demokrata Kurdistanê ku bibe sembola têkoşîna netewî damezirand.Serokê Nemir bi zanebûna xwe, pratîka xwe, Kurdistanîbûna xwe û şervanbûna xwe rêbazeke vekir ji bo hemû Kurdan. Rêbaza Serokê Nemir, rêbaza Kurdistanê ye. Loma divê di serî de PDK, hemû Kurd li ser vê rêbazê bin.

Partî, bi qasî ku li ser rêbaza Serokê Nemir be wê pêşengiya gelê Kurd bike. Ger ji rêbazê dûr bikeve wê ji pêşengiyê jî dûr bikeve.Bi hêvîya ku Partiya Demokrata Kurdistanê ji rêbaza Serokê Nemir û ji dîroka xwe ya 70 salan dûr nekeve, em salvegera damezrandina Partî pîroz dikin û bi vê minasebetê careke din Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî bi bîr tînin. Tevgera Ciwanên Kurdistanê16.08.2016
Balkêş e ?
Close
Back to top button