Çekdarên PKKê xortekî 29 salî ji Amêdiyê li başûrê Kurdistanêy bi navê Cotyar Muhsin ku xelkê gundê Siyarê ye girtibûn û li gel xwe birîbûn Garê. Cotyar Muhsin di destê çekdarên PKKê de dîl bû. Dema operasyona Garê de Cotyar jî wek dîlên din hate kuştin. Termê Cotyar jî birin Meletyê li bakurê Kurdistanê.
Malbata Cotyar ji bo termê kurê xwe werbigirin ji başûrê Kurdistanê çûn Meletye, niha jî termê kurê wan radestî wan kirin ji bo bînin başûrê Kurdistanê û bispirên axê.
Dema çekdarên PKKê Cotyar birin, dîya Cotyar dabû xûyakirin ku, çekdarên PKKê zilmê li wan dike û bi hile û derewan kurê wê birine û wî bi sixûriyê tohmetbar dikin.