Civak

Termê dawî yê qurbaniya hate derêxistin

Li qeza Şêrva girêdayê Sêrtê roja 17.10.2016ê çiyayê ku madena sifir lê dertêxistin herifî û ser karkeran ve hate xwar. 16 karmend û gelek makînên kar di bin axê de man.Ji roja çiya herifî heta niha ji bo derêxistina termên kesên mayin di bin axê de kar û xebat tê kirin.Ji berî 4 rojan hinek termên din hati bûn derêxistin û tenê termê Îsa Kilincê 2 salî mabû di bin axê de. Îro tErmê  Kilinç jî hate derêxistin û tu termek din di bin axê de nemaye.Ev madena Sifir  ji aliyê Ciner Holding ve dihata xebitandin û ev şîrketek taybet e.Li gora zanyarên teknîkî tesbît kirîn ji berî bûyerê mehekî di derbarê derizandina çiyayî de rapor hene û berpirsên teknîkî gelek cara ev tehluka anîne ziman. Lê li himber vê inzara teknikî tu tedbir nehatiye girtin.Heta niha 4 berpirsên cih hatine girtin. Lê hêja tu muamele di derbarê xwediya Holdingê de nehatiye kirin.Di rastiya xwe de berpirsên destdayina jiyana insanên mayin di bin axê de xwediyê vê şirketêne.

Back to top button