CivakRojev

Teqîn:Bi dehan kuştî û birîndar hene

Li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê û li bajarokê Ezazê ku dikeve bakurê Helebê û bakurê rojhilatê Efrînê, teqîneke mezin çê bû. Herwiha li qezaya El-Babê jî teqînek çê bûye û agahiyên destpêkê amaje bi wê yekê dikin, ku ji ber teqînan gelek kuştî û birîdnar hene.

Li gor agahiyên destpêkê, teqîna îro ya li Ezazê ji ber otomobîleke bombekirî çêbûye.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan (SOHR) ragihandiye, di teqînê de 6 kes hatine kuştin û 30 kes birîndar bûne.

Bajarokê Ezazê di kontrola grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye, ku Tirkiye bi her awayî piştgiriya wan dike.

Ajansa fermî ya Tirkiyê AA jî dibêje, îro li bakurê Sûriyê û li nvçeyên di jêr kontrola komên çekdar û artêşa Tirkiyê de du teqîn çê bûne.

Li gor vê ajansê, teqîna yekem li bajarê Ezazê çê bûye, ku di encamê de 4 kes hatine kuştin û 20 kes jî birîndar bûne, herwiha paşê teqînek li sê kîlometriya navçeya El-Babê û di xaleke kontrolê ya çekdaran de çê bûye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê diyar kiriye, bi sedema teqîna li El-Babê jî, 6 kes hatine kuştin û 4 kes jî birîndar bûne.

Back to top button