Têkiliyên DTSO û şandeya DTB ya li Herêma Kurdistanê dewam dikin
Odeya Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê (DTSO) û Borsaya Bazirganiya Diyarbekirê (DTB) di çarçoveya pêşdebirina hevkariyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê de li Hewlêr û Silêmaniyê hevdîtin kirin.
Heyeta DTSO û DTB, ku ji Serokê DTSO Mehmet Kaya, Endamê Lijneya Rêveberiya TOBB û Serokê DTB Engîn Yeşîl, Serokê Meclîsa DTB Ahmet Ay, Sekreterê Giştî yê DTSO Ferdanî Gokdere, Alîkarê Sekreterê Giştî Kamuran Toktaniş û Rêveberê Giştî yê DÎFAŞ Welat Ektirici pêk tê, çû serdana Walîtiya Hewlêrê.
Di civînê de li ser navê heyetê Serokê DTSO Mehmet Kaya axivî û diyar kir ku wek DTSO û DTB têkiliyên bi Odeyên Pîşesazî û Bazirganî yên Hewlêr, Duhok û Silêmanî re esas digirin û got: “Em ji bo peyaman bidin dewleta Tirk li vir in. Em dixwazin bi Hikûmetên Iraq û Herêma re bazirganiya xwe bidomînin. Ji bo vê jî em dixwazin têkiliyên bazirganiyê bigihînin asta herî jor”.
Kaya, da zanîn ku di encama xebatan de wê seferên navbera Amed û Hewlêrê di demek nêz de ji nû ve dest pê bikin û got ku bi Wezareta Gihandin û Binesaziyê re têkildarî mijarê gotûbêj kirine.
Waliyê Hewlêrê Omêd Xoşnaw wê meha Nîsanê bê Amedê. Walî Omêd Xoşnav ku bi gotina “Hûn bi xêr hatin malê” heyeta DTSO û DTB pêşwazî kir, kêfxweşiya xwe ya ji bo serdanê anî zimên. Xoşnav diyar kir ku ew kêfxweş in geştên asmanî yên di navbera Hewlêr û Amedê de carek din dest pê bikin. Xoşnav got ku bi destpêkirina geştên esmanî re çûn û hatin wê xweştir bibe û wê di peywendiyan de alîkariyek mezin bike.