Têkilî û hevdîtinên dîplomatîk berdewam in
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di Konferansa Asayişa Munchenê de bi gelek serokên welatan re hevdîtin kir û yek ji wan jî Serokê Azerbaycanê Îlham Alîyev bû.
Di di duyemîn roja Konferansa Asayişa Munchenê de ligel Serokkomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev civiya.
Li got hat ragihandin, Alîyev bi awayekî fermî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî vexwendiye Azerbaycan. Aliyev diyar kir ku ew dixwazin li Hewlêrê konsulxaneya xwe vekin û ji bo wê kar dikin.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê de, di derbarê hevdîtinê de ev daxuyanî hatin dayîn: “Alîyan ji bo berfirehkirina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Azerbaycanê de, ji bo berfirehkirina danûstandinên bazirganî yên di navbera her du welatan de, ji bo serdanên şandên fermî û bazirganî helwest nîşan dan”. Di hevdîtinê de hat gotin ku rewşa giştî ya navçeyê û herwiha mijarên ewlekarî û aramiyê hatine gotûbêjkirin.