Têkdan û şewitandin çend karekê xirabe tawanbarkirina bê belge hêj xirabtire.
Mesrûr Barzanî endamê polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li ser malpera xwe ya Facebookê dinivîse ku têkdan û şewitandin çend karekê xirabe, tometbarkirin û tawanbarkirina bê belge hêj xirabtire.
Mesrûr Barzanî daxazê ji yên ku, ji bo bidestxistina destkeftiyên herêma Kurdistanê qurbanî û fedekarî dane weke wan yên ku bê qurbanîdan û westiyan hatîne ser malê hazir teserifê nekin.
Ev li jêr teksta nivîsa Mesrûr barzanî ye:
Têkdan û şewitandin çend karekê xirabe, tometbarkirin û tawanbarkirina bê belge hêj xirabtire.
Daxaza min ji yên ku bi qurbanîdan û fedekariyên xwe ev tecrûbeya herêma Kurdistanê avakiriye û pêve gelek westiyane, weke wan nekin yên ku hatîne ser sifra hazir û ji bo wan normale ji bona berjewendiyên xwe hemû tecrûneya herêma Kurdistanê bixin di bin xeterê de.
Bê guman yê ku bawerî bi Xwedayê mezin hebe û xwe bi rewşenbîr bizane kes û aliyek din, ji bo bidestxistina destkeftiyên siyasî, tawanbar nake.