Civak

Talebanî: Dilovan Barzanî ji malbateke xebatkara gelê me bû

Cîgirê Serokwezîrê Kurdistanê Qubad Talebanî bi minasibeta wefata Dilovan Barzanî peyameke sersaxiyê pêşkêşî malbata Barzanî dike:Birêz cenabê kak Mesûd BarzanîBirêz cenabê kak Nêçîrvan BarzanîBirêzan kak Bariz, kak Yusif, kak Ebas û kak RewanBi xem û kovaneke mezin ve, nûçeya dilşewat û jinişkave ya wefatkirina kak Dilovan Îdrîs Barzanî gihişte min, bi vê minasibeta xemgîn sersaxiyê li we yên birêz û malbata we ya têkoşer dikim.Mixabin, her çiqas min nasiyariyeke timam digel xwedêjêrazî kak Dilovan Barzanî nebû, lê belê weke ji hemûyan re eşkereye, ew kesatiyekî civakî yê hezkirî û xemxurê miletê xwe bû. Hertim di pirsên hesas û hestiyar de rola aşitiyê dîtiye, tiştek normale ku ev rewiştên ciwan li cem kak Dilovan hebin, jiber ku ew kurê şehîd Îdrîs Barzanî yê nemir e ku digel bavê min heval Mam Celal dostînî û têkeliyên xuert û neteweyî hebû, her weke eşkere ye jî xwedêjêrazî ji malbateke xebatker ya gelê me bû ku ji bona mafên rewayên gelê me gelek qurbanî dane û niha jî cenazeyê xwedêjêrazî li tenşt hezaran şehîdên malbata wî bi xak tê sipartin.Ji Perwerdgarê mezin daxwaz dikin canê xwedêjêrazî bi beheşta berîn şad bike û sebir û aramiyê bi we û kasûkarên we bibexşe, em hêvîdar in ev kovana we ya dawiyê be.Qubad TalebanîCîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdstanê02.04.2018

Balkêş e ?
Close
Back to top button