Polîtîk
Talabanî: Me li ser mûçeyên hêzên ewlehiyê li hev kir
Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî diyar kir ku di mijara mûçeyên pêşmerge û hêzên ewlehiyê de bi Bexdayê re li hev kirine.
Talabanî di dema vekirina kolana Bextiyarî ya Silêmaniyê de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di derbarê mûçeyên hêzên asayîşê de Talbanî got: „Emê navên pêşmerge û asayişê bişînin, dibe ku îro yan sibe lîste bigihê Bexdayê“.
Talabanî li ser mijara hinartina petrolê jî got ku, ev yek girêdayî rêkeftina di navbera hikûmeta Iraqê û şîrketên petrolê de ye.