Polîtîk

Tages-Anzeiger: Ewrupa xwe radestî gefkerek kir

Piştî ku Erdogan bi hezaran penaberan li ser sînorê Yunanîstanê civand û xwest welatên Ewrupa neçarî daxwazên xwe bike, rojnameyên Ewrupî jî bi serdêrên cûda cûda vê yekê şîrove dikin û dibêjin Ewrupa xwe radestî gefkerek wekî Erdogan kir.

Rojnameya Tages-Anzeiger ya Swîsrî li ser qeyrana penaberên li ser tixûbên tirkiye û Yunanîstanê de dibêje: Ew peymana penaberan ku Yekîtiya Ewrupa li gel tirkiye îmzakir, wî radestî gefkerekî kir û niha jî divê encama wê şaşiya xwe bide. Her wiha Ewrupa baş dizane ku eger ev daxwaza gefker bê bicîhkirin, sibê li ser hinek daxwazên din dîsa wê gefê li Ewrupa bixwe.

Her wiha berdewamiyê de dibêje: Yekîtiya Ewrupa divê ji ber sedemên mirovayetiyê alikariya penaberên li tirkiye bike û alîkariyan zêdetir jî bike. Ji aliyeke din ve jî divê Ewrupa vê yekê razî nebe ku ev alîkarî bigihe rêxistinên Erdogan û bikeve ser hesaba wî, belku pêwîste raste rast ev alîkarî bigihin penaberan bi xwe. Ev daxwaza wan jî bi tekezî divê neyê pejirandin.

Back to top button