Li Diyarbekir şûştina weseyetan ji aliyê şeredariya mezin ve hat qedexekirin. Herweha şûştina caddeyan û peyarêyan jî heta mehekî hatiye qedexekirin. Armanc ji vê qedexeyê teserufa avêye. Ji ber ku av gelekî kêmbûye ji bo rojên germa havînê tengasiya avê rû nede ev biryar hatiye girtin.
Li gora berpirsên Şaradariyê didin xûyakirin, hinek karên ku avê gelekî serf dikin,ji heftiyekî heta mehekî serfkirina avê hatiye qedexekirin. Yên ku guh nedin vê yekê heta 1295 lireyê Tirkî dê bêne cezakirin.