Suriyê sînorê Tirkiyê bombebarand
Hêzên Hewayî yên Artêşa Dewleta Suriyê, li ser sînorê Tirkiyê baregehên ku di kontrola Artêşa Azad a Suriyê de ne bombe kirin. Balefireke şer a artêşa Suriyê, li ser sînor, baregehên li navçeya Harim û li Gundê Atmayê yên aîda Artêşa Azad a Suriyê daye ber bombayan.
Bombebarandina li ser sînorê Tirkiyê a dewleta Suriyê, nêzika seetekê dewam kiriye. Li gorî agahiyên ku ji herêmê ketine destan, di encama bombebarandinê de gellek kesan jiyana xwe ji dest dane û gellek kes jî brîndar bûne.
Li hemberî Gundê Bukulmaz a navçeya bajarê Hayatê a Reyhanliyê, li gundê teref Suriyê Atma û li navçeya Harimê, ev çendakbû ku pevçûn di navbera hêzên rejîma Suriyê û hêzên mixalifan de dewam dikir. Îro danê sibê, Hêzên Hewayî yên Artêşa Suriyê li ser sînor 4 sortî kirine. Balefirên şer yên Suriyê, bombe barandine ser baregehên mixalifan.
Tê ragihandin ku li gundê Atma û li navçeya Harim, ji ber bombebarandinê gellek mirî û brîndar çêbûne.
Xeynî li ser sînor, di nav Suriyê de di navbera hêzên rejîmê û hêzên mixalîf de şer û pevçûn dewam dikin. Hatiye diyarkirin ku, li rojhilatê paytext Şamê, li Deyr el Asefîrê, balefirên şer yên dewleta Suriyê bombe berdane ser zarokên ku li parkê dilîstin. Di encama vê êrîşê de 10 zarokan jiyana xwe ji dest dane.