Sûriye du deriyên sînor vedike
Hat ragihandin ku ji bo alîkariyên mirovî wê li Sûriyê 2 deriyên din ên sînor bên vekirin. Serokê Sûriyê Esed daxwaza alîkariya navdewletî kir.
Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku Serokê Sûriyê Beşar Esed, ji bo mexdûrên erdheja wî welatî banga piştevaniya navdewletî kiriye. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, roja Duşemê got ku li ser banga Sûrîyê wê alîkarîya ji bo wî welatî zêde bibe û zûtir bigihêje devera karesatê.
Guterres, tekez kir ku di çarçoveya lihevkirina bi rêveberiya Şamê re ji bo gihandina alîkariyên mexdûrên erdheja li Sûriyê, gihandina xebatkarên alîkariyên mirovî bo herêmên nakok û lezkirina prosedurên vîzeyê hene.
Li gorî peymanê wê deriyên sînor ên Bab El-Selam (Öncüpınar) û Er-Rae (Serê Kanîyê) ên li ser sînorê Tirkiyeyê jî bên vekirin. Niha tenê deriyê sînor vekirî ye.
Çavkaniyên Neteweyên Yekbûyî ragihandin ku Esed razî bûye du sînorên din veke.
Piştî civînê di daxuyaniya Serokatiya Sûriyê de hat gotin ku Esed ji bo avakirina welatê xwe hêviya alîkariya navdewletî dike.