Suneyan bala Malikî kişand
Dijitiya li himber serokwezîrê Iraqê Nuri Malikî zêde dibe û roj bi roj bi aweyek kî hêzên siyasî dengê xwe li himber Maliki bilindtir dikin.
Serokê parlementoya Iraqê li gel partî û hinek aliyên Sune civînek darxist. Di civînê de rewşa niha ya Iraqê û helwestên Malikî hatin nirxandin û li gora vê jî di civînê de Suneya nexşerêyek ji bo xwe tesbît kirin.
Piştî civînê daxuyaniyek hate belav kirin.Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku, eger hukumeta niha ya Iraqê bixwaze kêşeyên heyî çareser bike û vê yekêve girêdayî pirsa xwepêşandanan jî bi awayek aşitiyane çareser bibe divê daxwazên me bînê cih.
Daxwaz û pêşniyarên Suneyan ji 13 madeyan pêktê û ev pêşkêşî Malikî kirine.
Herweha di daxuyaniyê de hatiye eşkere kirin ku eger daxwazên wan pêk neyê ewê li himber Malikî bê deng nemînin.