Civak

Sûdanî: Divê rêveberiya Kerkûkê bi lihevhatin û hemahengiyê bê avakirin

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî bal kişand ser girîngiya temamkirina pêvajoyên avakirina rêveberiya xwecihî ya Kerkûkê û got ku divê rêveberî bi lihevkirin û beşdariya hemû civakan bê avakirin.

Sûdanî îro li encûmena parêzgeha Kerkûkê bi endamên hevpeymaniya Erebî re civiya.

Li gor daxuyaniya Ofîsa Çapemenî ya Serokwezîrtiyê, Sûdanî bal kişand ser girîngiya temamkirina prosedûrên avakirina hikûmeta herêmî, misogerkirina lihevkirina di navbera nûnerên civakên li parêzgehê, dabînkirina beşdariya çalak a her kesî û li derveyî pêvajoya avakirina rêveberiyê nehiştina tu civakê.

Serokwezîr Sûdanî diyar kir ku meclîsên parêzgehan û rêveberiyên herêmî baskê cîbicîkar in û ji bo temamkirina karên xwe yên xizmetguzarî û aborî piştgiriyê didin hewldanên hikûmetê.

Bi giştî hejmara kursiyên Meclîsa Parêzgeha Kerkûkê 16 kursî ne û hejmara kursiyên partiyan di hilbijartinên borî de jî weha ye:

Kurdî: Heft kursî (pênc YNK, 2 jî PDK)

Ereb: Şeş kursî

Tirkmen: Du kursî

Xiristiyan: Kursiyek

Back to top button