Stratejiya HDPê tenê dijitiya AKPê ye
Ji bo hilbijartinên herêmî helwesta HDPê zelal dibe. Hevserokê HDPê Sezaî Temelli da xûyakirin ku li Stanbulê dê pişgiriyê bidin kandîdatek hevbeş. Ji kandîdatekî hevbeş behtir temelî dibêje bila CHP kandîdatekî nêzikî xelkê bide nîşandan dê hingê HDP jî bepirsîyariya xwe bîne cih.
Di vê derbarê de Temellî got: Ji bo winda kirina AKPê û têkçûna rejima Erdogan xelk bigihin hev û li ser kandîdatekî li hev bikin em jî wek HDPê tişta bikeve ser milê me bikin û pişgiriyê bikin. Eger em bi serê xwe kandîdatekî nîşan bidin û winda bikin , emê giringiyê bidin stratejî û senaryoyên din.Tenê bila ev strastejî ne li dijê hesasiyetên HDPê bin.
Hevserokê HDPê yê berê Selahatin Demirtaş jî di girtîgehê de di derbarê hilbijartinan de daxûyaniya dide Demirtaş dibêje li hinek bajaran kandîdatên hevbeş bêne nîşandan girîng e. Ji aliyek din Demirtaş dide xûyakirin ku, bila hevkariyek vekirî û zelal bê kirin.
Ji aliyek din Demirtaş dema behsa tifaqa dike dibêje : Divê tifaqî bi hêz di navbera hêzên çep de bê avakirin. Demirtaş li bajarên kurda jî behsa tifaqa di navbera kurdan de dike lê vê yekê zelal nake.
Di bingehê siyaseta HDPê de ne pirsa kurd heye û sê tiştan vekirî destnîşan dike. Yekem hevkariya ku dike wek prensîb behsa winda kirina AKPê dike. Yanî yekemin prensiba HDPê li ser dijitiya Erdogan û AKPê li gel aliyên din hevkariye wek prensib dibîne.
Duyem yekitiya hêzên çepa dixwaze û sêyem jî li hinek bajarên Kurdistanê behsa hevkariyekî li gel aliyên kurda dike.
Babetek girîng jî ewe ku Demirtaş di girtîgehê de daxûyaniya dide. Herweha hinek di nava HDPê de hewl didin ku Demirtaş derxin pêş. Lê nakokiya di navbera Demirtaş û desthilatdariya HDPê de vekirî dixweyê.
Ji aliyek din hinek nirxandin li ser daxûyaniyên Demirtaş têne kirin, Tê gotin ku Demirtaş teqlîda Ocalan dike û ew jî çewe ku berê Ocalan ji Îmralî daxûyanî didan niha Demirtaş jî ji Edirne daxûyaniya dide. Ev yek jî mijarek nûye di nava HDPê de tê gotubêj kirin.