Stranbêj Rojda binçav kirin
Stranbêja Kurd a navdar Rojda, li Balefirgeha Ataturk ji aliyên polîsan ve hate binçavkirin. Polîsan Rojda birine qereqola balefirgehê û li wira Rojda tê girtin. dema ku stranbêj Rojda ber bi qereqolê ve dibirin rojnamevanekî ji Rojda pirsî, “tu çima hatî binçavkirin?” Rojda wiha bersivand, “çima ku ez stranan distrêm ez hatime binçavkirin.”
Rojda, seet di 20.00 an de, ji bo ku biçe Almanya çûbû balefirgehê. Dema kirariyên wê dihatin kirin, derkete holê ku di derheqê Rojda de biryara girtinê hebûye. Ji ber wê Rojda, ji aliyê polîsan ve hate binçavkirin.
Piştî ku Rojda hate binçavkirin, li ser hesabê twittera xwe wiha daxuyanî da: “Li balefirgehê ez hatime binçavkirin. Ez niha li qereqolê têm girtin. Hele çarekê binêrin, dîrokê careke din tekerur kir. Roja duşemiyê serokwezîr, wezîrê çandê, Bulend Arinç û gellek wezîrên din dike biçin leyîstoka Hemleta bi Kurdî temaşe bikin. Lê min çima ku stran stirîne ez hatime girtin. Li vî welatî bi Kurdî stran stirîn hîn qedexe ye, hûn karin bi vê bawer bikin. Ji bo vê jî vebûnekê bike birêz serokwezîr. Ku kengî rêya min û serokwezîr li hev dikeve, ez tême binçavkirin. Qet xwe ji vê ranagrin. Haya min heye ku roja duşemiyê Hemleta ku ez jî tê de dilîzim, serokwezîr dike temaşe neke. Min got, gelo çima? Min texmîn kir wê bi bahaneyekê min bigrin. Li cem wan gellek dosyayên min hene, tê zanîn, ez bi Kurdî strana distrêm.”